Êrîşên dagirkeriya Tirk li Qamişlo hatin şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Qamişloyê ji hêla Kongreya Starê ve hatine şermezarkirin.

Kongreya Star êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Qamişlo bi meşekê şermezar kir.

Di meşê de nûnerên saziyên civaka sivîl û rûspiyên herêmê jî hazir bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Bi sedan kesên ku li Xaçerêka Rojhilat a Qamişlo hatin cem hev, pankartên bi nivîsên ku dewleta Tirk şermezar dikin hatin hildan û meşiyan. Piştî meşê ya li kolanên şên ên bajêr mîtîngek hate kirin.

Di mîtîngê de Rêvebera Kongreya Starê Remziya Mihemed axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heftanînê şermezar kir. Mihemed got ew ê berxwedana xwe ya li dijî dewleta Tirk bidomînin û diyar kir dewleta Tirk dixwaze Kurdan bi temamî tine bike.