Li Bûrhaniyeya Balikesîrê jinek bi êşkenceyê hate qetilkirin

Li Bûrhaniyeya Balikesîrê jina ku xwestî şerê birayan bide sekinandin, hate qetil kirin.

Li gorî îddîayan li navçeyê, ji ber parvekirina baxçe di navbera 3 birayan de şer derket. Çîgdem D. a hevsera Ramazan D. Dema xwest şer bide sekinandin, ji aliyê bavê Ramazan D. Bahrî D. û birayên wî Aykut û Alî D. ve bi êşkenceyê hate qetilkirin. Ramazan D. jî birîndar bû. Bi agahîdayîna derdor re jendirme û tîmên tendirûstiyê hatin cihê bûyerê.

Ramazan D. bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrhaniyeyê.

Cenazeyê Çîgdem D. ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tiba Edliya Bûrsayê, malbat jî hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.