Tundiya li dijî jinan li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Li bajarê Elmanyayê Dûîsbûrgê, bi çalakiyekê tundiya li dijî jinê hate protestokirin.

Çalakiya 15’an a ji aliyê Meclîsa Jinan Asya Yuksel ve tê lidarxistin, di saet 17:00’an de li Konîg Heînrîchplatzê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di çalakiyê de alayên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) û pankartên ku tundiya li ser jinê şermezar dikin hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel Amara Tolhildan axivî û diyar kir, ku di meha Tebaxê de 28 jin ji aliyê zilaman ve 23 jin bi şêweyek bi guman mirî hatine ditin, her wiha di nava 7 mehên dawî de 158 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 86 jin jî bi awayek bi guman mirî hatine dîtin.

Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel di nava 4 mehan de çalakiya dawî ya hefteya 15’an li dar xist.

Piştî axaftinên li ser navê TCŞ’ê, çalakî bi dirûşmeyên, “Na ji bo tundiya li ser jinê”, “Jin, Jiyan, Azadî” û bi banga ji bo tevlîbûna meşa ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a 12’ê Îlonê ya di seat 14:00’an de li Dusseldorfê bi dawî bû.