Li Reqayê jinan banga yekîtiyê kirin

Li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan çalakiyek li dar xistin û li dijî sûcên dewleta Tirk di dagirkeriyê de kirine, bi şîara ‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk em bibin’ yek meşek li dar xistin

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên dagirkirî meşek organîze kir.

Meş ji şitilgeha li başûrê bajêr dest pê kir û heta kevana sereke ya pirê domiya. Karmendên jin ên saziyên sivîl, meclisên herêmî, saziyên jinan, şaredariya gel, hiqûqnas û rewşenbîr tevlî meşê bûn.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Suryan, Kurd, Ereb û Asûr em li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin yek", "Wijdana navneteweyî ji sûcên Erdogan ên li dijî jinan li Rojhilata Navîn li ku derê ye?", "Erdoganê sûcdar sivîlan bi fosfor û napalmê dişewitîne", "Na ji dagirkeriya Tirk ji Iraqê, Sûriyeyê û Lîbyayê re" û wêneyên şehîdan hildan.

Meş li ber kevana sereke veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, Fehîme Casim bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê wiha got: “Di vê demê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker hovantirîn cureyên zulm û tundiyê pêk tînin û berhemên welêt talan dikin.”

Fehîme Casim wiha domand: “Bi navê jinên bajarê Reqayê em li vir bi tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê re di erdnîgariyekê de kom bûne, da ku ji cîhanê re piştrast bikin ku êş û birînên me yek in. Em sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên me li herêmên dagirkirî pêk tîne şermezar dikin."

Fehîme Casim di dawiyê de bang li tevahiya dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî kir ku helwesteke ciddî bigirin û alîkariya gelê Sûriyeyê bikin.