Dayikên Şemiyê aqûbeta yên 12’ê Îlonê winda bûne pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta yên 12’ê Îlonê hatin ‘windakirin’ pirsîn

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê di hefteya 807’ de ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya civakî lidar xistin.

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta kesên di darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.

Birayê Cemîl Kirbayir ê di sala 1981’an de li Qersê dema destgîrkirî bû hate windakirin Mîkaîl Kirbayir, di çalakiyê de axivî û got: “5 generalên di sala 1980’iyan de darbe kirin û dest danîn ser rêveberiyê, Tirkiye xistin nava zulûmatê. Em weke xizmên kesên dema hate destgîrkirin hatin windakirin, ev 40 salin li dijî vê zilmê têdikoşin. Kesên rastî dîtin, mirovên hemdem û şoreşger destgîr kirin û qetilkirin. Yek ji van kesên hatin qetilkirin birayê min Cemîl Kirbayir bû. Birayê min bi êşkenceyê qetil kirin. Ev 40 salin em têdikoşin. Ligel ku TBMM’ê rapor derxist jî, hîna jî îdîaneme nehatiye amadekirin. Qatilên wî dernexistin pêşberî darazê. Lê bila baş bê zanîn ku em ê tu carî dest ji lêgerîna aqûbeta windahiyên xwe bernedin.”

Piştre xwişka Hayrettîn Eren ê di sala 1980’iyan de li Stenbolê dema hate destgîrkirin hate windakirin Îkbal Eren axivî. Eren, darbeya 12’yê Îlonê bibîr xist û wiha got: “12’yê Îlonê rûyê reş ê vî welatiye. Ewrên reş û tarî yên li ser welat ev 40 salin hene. Em îro jî bi qanûnên darbeyê tên bi rêve birin. Êdî rewş wisan bûye, darbe bûne kevneşopiya dewletê. Me bedelên pir giran dan, em hîna jî didin. Heskiriyên me bi êşkenceyan hatin qetilkirin. Lê ev 40 salin înkar dikin. Çi dibe bila bibe me tu carî ji bîr nekir û emê tu carî ji bîr nekin. Em tu carî ne bexşand û emê tu carî nebexşînin.”

Biraya Suleyman Cîhan ê di sala 1981’an de li Stenbolê dema destgîrkirî hate windakirin Ahmet Cîhan jî, bal kişand ser bûyerên di 12’yê Îlonê de rû dan û wiha bilêv kir: “Darbeya “12’yê Îlonê di çarçoveya sermayedarên navneteweyî de, ji bo astengkirina têkoşîna demokrasiya ku bilind dibû, hat kirin. Bi vê darbeyê xwestin têkoşîna demokrasiyê asteng bikin. Heya ku dayik min jiyana xwe ji dest da jî daxwaza edaletê kir û li bendê ma ku edalet bê bicih anîn. Lê qatil hatin parastin û hîna jî tên parastin. 40 salên din jî derbas bibin, emê daxwaz bikin ku berpirs bên darizandin û edalet bê bi cih anîn. Em ê tu carî dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”

Di heman demê de ji mirovên Şemiyê Ruhat Sena Akşener daxuyaniya vê heftiyê da û wiha got: “Em ê tu carî windakiriyên xwe ji bîr nekin. Divê rastiya 12’yê Îlonê derbikev holê. Ji bo ku ev pêk were, divê hestiyarbûnek civakî pêş bikeve. Emê kesên di êşkenxaneyên 12’yê Îlonê de hatin windakirin û qetilkirin ji bîr nekin. Em ê kesên qatilan diparêzin jî tu carî efû nekin.”