Kongreya Star ji gelên xwecihî yên Meksîkayê re nameyeke piştevaniyê şand

Kongreya Star nameyek piştgiriyê ji gelên xwecihî yên Meksîkayê re şand.

Nameya piştgiriyê ya Kongreya Star wiha ye:

"Em jinên Rojavayê Kurdistanê û jinên têkoşer, vê bersiva bangawaziya piştgiriyê ya xwişk û birayên xwe yên xwecîhî yên li Meksîkayê didin. Komên paramîlîter êrişî civakên xwecihî dikin û dewleta Meksîkayê jî ti tedbîran li dijî vê nagire. Ev tişt pêşiya êrişan vedike.

Ev êrîş wekî ku li dijî me bin, me diêşînin, ji ber em xwe di hemî rastiyên rêhevalên me li Meksîka derbas dibin, dibînin. Êrîşên li dijî gelên li ber xwe didin û cîhanek nû ava dikin û diafirînin her berdewamin, çi ji hêla dewletê bên, çi ji komên paramîlîter û çi jî ji çeteyan be.

Pergala baviksalarî, ya di rûyê dewleta Meksîkayê xwe pêşkeş dike, berpirsiyar e ji bo êrîşên li ser civakên Zapatista û ji windakirin, kuştin û destdirêjiya zarok û jinan. Ev heman pergal li Efrîn guhertina demografîk pêk tîne û her roj dibe sedema revandin, destdirêjî û kuştina jinan ji hêla dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ve ye.

Ev projeyên alternatîf in ên îspat dikin ku cîhanek din a li derveyî dewletnetewan yên kapîtalîst û baviksalar gengaz e û ji ber vê yekê ji hêla netewdewletan ve têne êrîşkirin û krîmînalîzekirin. Çawa li Chiapas, êrîşî gelên xwecîhî tê kirin, li vir jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî gel tê kirin, gel ên kuştin û koçberkirin.

Şerê kontrgerîlla yên li dijî EZLN tê meşandin wek şerê taybet û krimînalîzekirin ji şerê hemberî YPG, YPJ an QSD, hêzên me yên xweparastinê ne cuda ye. Bêdengiya dewletên li seranserê cîhanê hemberî van hemî tundûtûjiyan pejirandina wan û hevkariya wan nîşan dide. Ev êrîş di xizmeta berjewendiyên wan ên serwerî û mêtinkariya gel û erdan de ye. Ger têkiliya van koman a rasterast bi dewletê re tune jî, wan di derheqê van sûcan de ji berpirsiyar in.

Tevî her tiştî, em ê teslîm nebin, lê berxwedana xwe xurt bikin, ji ber jiyanek azad, taybet ji bo jinan, di pergala baviksalarî ya serdest de ne pêkan e. Tenê bi xwerêxistinbûn û xweparastina civak û gelan û hevgirtina navnetewî gengaz e ku gel û xweza di nav hevsengiyê de bijîn.

Em êrîşên ji hêla komên çeteyan ve li dijî civakên xwecîhî û endamên civaka Zapatista û Encûmena Xweser a xwecihî têne kirin, şermezar dikin. Em bang dikin, hikûmeta Meksîkayê hebûna van komên çekdar ceza bike û daxwazên civakên li Chiapas bi cîh bîne.

Em hemî hevgirtin, hêz û hezkirina xwe ji civakên xwecîhî û Zapatista re, yên mînakek birûmet û wêrekiyê ne, ku îsbat dikin ya cîhanek nû gengaz e dişînin.

Her çiqas em dûr bin jî, em dîsa ji we re dibêjin, têkoşîna we têkoşîna me ye, çawa şoreşa me şoreşa we ye.

Têkoşîn didome ji ber ku berxwedan jiyan e!"