Li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê di çalakiya xwe de li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn.

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ji bo dîtina aqûbeta xizmên xwe yên winda û cezakirina faîlên wan lidar dixin, di hefteya 808’emîn de lidar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser hesabên medya dijîtal hat lidarxistin û di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Morsumbul hat pirsîn.

Di çalakiyê de destpêkê birayê Huseyîn Morsumbul ku dema destgîrkirî bû hat windakirin Şahîn Morsumbul axivî. Morsumbul, diyar kir ku polîs û leşkeran kekê wî bi serdegirtina mala wan de destgîr kir û wiha got: “Dayika min ji wan re got, ‘hûn dibin kuder’. Got, ‘Em ê bibin lêpirsîna wî bikin û berdin’. Piştre me hîn kir ku ji Fermandariya Jendirmeyan reviyaye. Dayika min 36 salan li kekê min geriya. Hat êşkencekirin, bi erdê ve hat kişandin. Hat destgîrkirin. Niha me têkoşîna wî dewr girtiye. Em ê vê têkoşînê bidomînin.”

Piştî birayê Morsumbul parêzera malbatê û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn axivî û diyar kir ku piştî hatiye destgîrkirin carake din agahî ji Morsumbûl nehatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Malbata wî gelek caran serî li saziyên rayedar da lê tu encam bi dest nexist. Piştî ku çalakiya Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de destpê kir, malbatê wekalet da me. Min bi vê wekaletê ji gelek deveran re pevnivîs nivîsand. Heta di pevnivîsandinekê de me hîn kir ku di sala 2003’an de bi hinceta ku leşkerî nekiriye, Morsumbul ji welatîbûnê hatiye derxistin. Di sala 2012’an de Serdozgeriya Komarê ya Çewlik lêpirsîn da destpêkirin. Lê dozgeriyê di dawiyê de biryara neşopandinê da. Me vê biryarê îttîraz kir û hê jî bersiva îttîraza me nehatiye dayîn.”

Li ser navê Dayikên Şemiyê ji mirovên şemiyê Arzû Ocak, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Ocak, diyar kir ku ji bo diyarkirina aqûbeta windayan û darizandina faîlên têkoşîna aştiyane ya herî dirêj a Tirkiyeyê dimeşînin û wiha got: “Ji ber ku vîneke siyasî ya aqûbeta windayan derxe holê û faîlê wan bidarizîne tuneye, rêyeke bi bandor nayê dîtin û em xwe nagihînin windayên xwe û edaletê.

Di berdewamê de Ocak, qalo pêvajoya hiqûqî ya dayik û bavê Morsumbul a ji bo aqûbeta wî kir û ji bo lêpirsîneke bi bandor derbarê windabûna 40 salan a Morsumbul de bê kirin bang li darazê kir û ev daxwaz kir: “Em dixwazim ku faîlên navê wan di dosya dozgeriyê de nivîsandiye bên dairzandin û li goriyê heqiyê bên cezakirin. Çiqas sal derbas dibin bila em ê ji bo Huseyîn Morsumbul û hemû windayan dev ji daxwaza edaletê bernedin.”