Yekîtiya Jinên Şehbayê konferansa xwe ya 3'emîn li dar xist

Yekîtiya Jinên Şehbayê ya herêma Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konferansa xwe ya 3'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê li dar xist.

Konferans bi beşdariya 100 endamî bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zeher em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin" pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yûsiv axivî.

Di rêveçûna konferansê de analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê hatin xwendin û piştre rapora li ser karên du salên dawî yên yekîtiyê hate xwendin û nirxandin.

Li dû nirxandina rewşa siyasî û ya herêmê, rêzikname hate xwendin û hin guhertin tê de hatin çêkirin.

Yek ji wan jî ew bû, ku biryar hate dayin navê yekîtî êdî xwe weke meclîsê bi rêxistin bike û navê wê bibe Meclîsa Jinên Azad a Şehbayê.

Di dawiya konferansê de hilbijartin hate kirin û konferans bi axaftina endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mone Yosiv bi dawî bû.

Ji beşdarên konferansê hiqûqnas Narîman Hisên li ser konferansê axivî û got, "Ev konferans gaveke mezin e ji bo jinên Şehbayê."

Narîman Hisên bal kişand ser xurtbûna rola jinê li nava civakê û destnîşan kir ku jin êdî dikarin nêrînên xwe bînin ziman, pirsgirêkan nîqaş bikin û çareseriyê peyda bikin.

Endama rêveberiyê Emel Îsmeîl jî diyar kir ku armanc ji karê wan ew e ku xwe bigihînin her jineke li herêmê.

Emel Îsmeîl ragihand ku ew hewl didin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û neteweya demokratîk baştir têbigihêjin û vê yekê bandoreke erênî li jinên Şehbayê kiriye.