Li girtîgeheke dersînorkirinê ya DYE'yê hîsterektomî li jinan tê kirin

Li girtîgeheke dersînorkirinê ya DYE'yê, bi taybetî kiryarên tibî yên li dijî jinan û wernegirtina tedbîrên li dijî şewbê di rojevê de ne.

Piştî ku hemşîreya bi navê Dawn Wooten a ku li navenda dersînorkirinê ya li eyaleta Georgîayê dixebite ragihand, mijar kete ber lêpirsînê. Tê gotin ku li gelek jinên koçber operasyona jêkirina malzarokê ya bi navê 'hîsterektomî' hatiye kirin. Bûyer bi saya gotinên çend mirovan eşkere bû. Rêxistinên civakî yên sivîl jî mijar birin ber destê dadgeriyê.

Li gorî îdîayan, li girtîgeha dersînorkirinê ya li navçeya bi navê Îrwînê, li gelek jinan operasyona jêkirina malzarokê hatiye kirin. Her wiha tê gotin ku gelek jin nizanin bê ji ber çi malzaroka wan jê kirine.

Li gorî hemşîre Dawn Wooten a ku skandal eşkere kir, nepêkane ku gelek jin di asteke gelekî nebaş de be ku malzaroka wan bê jêkirin. Hate ragihandin ku gelek jinan di dema emeliyatê de nizanîbûn ku wê malzaroka wê bê jêkirin û piştre hîn bûye.

Piraniya jinên li wê girtîgehê bi Spanî diaxivin û tevî ku bi Îngilîzî nizanin tê gotin ku çêkirina emeliyatê pejirandine.

Tevî Seroka Meclîsa Nûneran a Kongreya DYE'yê Nancy Pelosî gelek saziyên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî bûyerê dan.