Jinên Tîrêjên Rojê ji bo bîranîna Alî Çîçek çalakî li dar xistin

Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ji bo bîranîna Alî Çîçek çalakî li dar xist. Înîsîyatîfê got ku, “Wê ciwanên Kurdistanê girêdayî têkoşîn û bîranîna Alî Çîçek bin.”

Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ji bo bîranîna Alî Çîçek çalakî li dar xist.

Di daxuyaniya înîsîyatîfê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rêber Apo û rêhevalên wî yên ku gotin Kurdistan mêtingeh e, li Kurdistanê têkoşîn û ruhekî nû afirandin. PKK bi avabûa xwe re ne bi tenê li Kurdistanê ji bo hemû gelên bindest bû roniya hêviyê. PKK 40 sal in li ser pêyan e.

Şehîd Alî Çîçek û rêhevalên wî li zindana Amedê ji bo vî gelî bedena xwe feda kirin, berxwedan û hezkirina ji PKK’ê nîşanî me dan. Ciwanên Kurdistanê divê girêdayî têkoşîn û bîranîna rêheval Alî Çîçek be. Em Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar dikin ku em ê li ser xeta şehîdên xwe bin û em ê girêdayî bîranîna wan bin.”

MAL Û WESAYÎTÊN FAŞÎSTAN HATE ŞEWITANDIN

Înîsîyatîfê diyar kir ku wan ji bo bîranîna Alî Çîçek ev çalakî li dar xistine:

“Di 16’ê Îloê de li navçeya Derînce ya Kocaeliyê atolyeyeke tekstîlê ya faşîstan ji aliyê yekîneyên me hate şewitandin.

Di 17’ê Îlonê de li Çatalcaya Stenbolê fabrîkeya qumaş a faşîtên AKP û MHP’ê ji aliyê yekîneyên me hate şewitandin.

Di 18’ê Îlonê de li Ortakoya Stenbolê sê wesayîtên luks ên karsazên AKP’yî ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Di 18’ê Îlonê de li Gebzeya Kocaeliyê kargeheke AKP’yiyan û wesayîteke luks a xwediyê kar ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.”