Li Viyanayê festîvala jinan

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, rêxistinên jinên çepgir ên Kurd û Tirkiyeyî, ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re festîvalek li dar xistin.

Platforma Piştevaniya Jinan a Ewropayê, AVESTA, SKB, ADKH, YENÎ KADIN, KOMÎNTERN û YJAD-A roja Şemiyê bi dirûşma "Şoreşa jinê ya Rojava" festîvalek li dar xistin.

Platforma Piştevaniya Jinan a Ewropayê serê sibehê stand danî û qada festîvalê ya Schawrzenbergplatzê bi poster û alên jinan xemiland.

Festîvalê saet di 10:00 de dest pê kir û heta saet 22:00 dewam kir. Bi navê platformê, Nûnera Civaka Azad a Awûstûryayê Nûrcan Guleryuz di destpêka festîvalê de axivî.

Guleryuz belavokeke platformê xwend û piştî gerandina govendê festîvalê dest pê kir.

Dostên gelê Kurd, rêxistinên şoreşger, tevgerên jinan ên Awûstûryayê tevlî festîvalê bûn û piştgirî dan şoreşa Rojava.

Di festîvalê de her wiha darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê di salvegera 40'î de hate şermezarkirin.

Li qada festîvalê ji bo silavkirina şoreşa jinê ya Rojava axaftin hate kirin. Her wiha komên jinan ên xwecihî derketin ser dikê. Koma Devran a Grazê jî hunera xwe pêşkêş kir.