Kongreya Star piştgirî da çalakiya jinên Pakistanê ya li dijî destdirêjiyê

Kongreya Star piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên jinên Pakistanê ya li hemberî bûyera destdirêjiyê nîşand dabûn, da û got: “Ev destdirêjî ne bûyerek e, ev şerekî zayinparêzî hemberî jin e ya ku xwe di pergala hegemonîk de daye rûnîşkandin.”

Kongra Star li ser mijarê ev peyam da: “Em wek jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bangawaziya û çalakiyên xuşkên xwe ya Eniya Jinên Demokrat (Women Democratic Front) yên li Pakistan silav dikin û bi wate dibînin. Roja 10’ê Îlona 2020’an êrîşek hovane li Pakistan li hemberî jinek pêk hat. Jina ku bi zarokên xwe re dema bi wesayîtê ji bajarê Lahore diçû diçû Gajranwala di rê de wesayîta wê xira dibe û dema alîkarî dixwaze du mêr li ber çavê zaroka wê destdirêjiyê lê dikin.

Beramberî van bûyerên hovane em wek jin bi hêrs dibin û îdaya xwe ya tekoşîna radîkal bilind dikin. Ji ber ku ev bûyer ne yek e û ne tiştekî nû ye. Çanda destdirêjî polîtikayê gerdûniye ya qirkirinê ku li ser jin rojane tê meşandin. Pergala sermayedar û netew-dewletên ku li seranserê cihanê belav bûye xwe dispêrin li ser zihniyeta baviksalarî. Destdirêjî amûrekî qirkirina jinê ye hem di warê derûnî hem jî fîzîkî ya vê pergalê dibe. Ev destdirêjî ne bûyerek e, ev şerekî zayinparêzî hemberî jin e ya ku xwe di pergala hegemonîk de daye rûnîşkandin. Divê em di ferqê de bin ku ev êrîş û şer li hemberî habûna jin tên meşandin. Ev êrîşên tecawîzê û şerê baviksalarî ya hemberî jin li seranserê cihanê û li welatê me jî tê kirin. Rojane li Efrîn a dagirkirî ya li Rojavayê Kurdistanê jî jin û keç ji hêla çeteyên dewleta Tirk tên revandin û tecawîz kirin.

Em jî tevlî nêrîna xweşkên xwe yê Eniya Jinên Demokrat (Women Democratic Front) li Pakistanê dibin ku  darvekirina kesên tecawîzkar ne çareseriyekî mayinde ye. Lê çareseriyek radikal ew e ku civak jin xwe beranberî van êrîşên sîstematîk û hovane di her keliyê jiyanê de xwe rêxistin bike. Tenê dema jin bigihîje azadiya xwe di civak de ewlehiya jin misoger dibe. Ji bo vê jî divê jin li seranserê cihanê çareserî di xwe rêxistin kirin û xweparastina de bibîne û têbikoşe.

Tekoşîna me ya azadiya jin tekoşînekî hevpar e, ji piştgirîdayîn bêhtir divê em bi hev re tekoşîn bikin. Çareseriya vê jî xwe rêxistinkirin û xwepasrastin e. Divê em wek jin tekoşîna xwe bilind bikin, ji ber ev şer hebûn û nebûyina jinê ye. Ger em xwe rêxistin nekin û xwe neparêzin ev êrîşên tecawîzê û hemû êrîşên qirkirina jinan wê berdewam bikin. Divê em wek jin dengê xwe û helwesta xwe bikin yek.

Em Kongra Star tekoşîna xwişkên xwe ye li Pakistan û çalakiyên wan ya 12’ê Îlone silav dikin û hêz dide tekoşîna wan.”