Başaran: Destavêtin parçeyek ji şerê taybet e

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku meseleya Îpek Er parçeyek ji siyaseta şer a li Kurdistanê ye.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku meseleya bi xwekuştina Îpek Er a ji ber destavêtina çawişê pispor Mûsa Orhan eşkere bû, divê bi rengekî taybet bê nirxandin. Başaran got, "Em zanin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji siyasetê heta jiyana civakî, ji aboriyê heta medyayê hewl dide li her qada jiyanê mêr serwer bike.  Encama vê yekê jî bêguman tundî, destavêtin û destdirêjiya li jinan e."

SAZIYÊN JINAN HATIN GIRTIN

Başaran bal kişand ser girtina saziyên jinan ên li Êlihê û tevahiya Kurdistanê û got, "Pêwîste meseleya li Êlihê û ya li Agiriyê bi rengekî xweser bên nirxandin. Li Agiriyê di nava 35 rojan de 5 jin bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku qadên ku jinên li wê derê xwe bînin ser ziman ji holê hatin rakirin, bûyerên bi vî rengî qewimîn. Mînak; Êlih bajarekî welê ye ku demeke dirêj têkoşîna jinê lê tê meşandin, sazî hatin avakirin, li rêveberiya xwecihî sîstema hevserokatiyê hate bicihkirin, her wiha di nava van rêveberiyan de kooperatîfên jinan hebûn. Lê belê bi siyaseta qeyûm re ev sazîbûn hemû ji holê hatin rakirin. Li tevahiya Kurdistanê rewş bi heman rengî ye. Saziyên ku jin xwe bigihînin wan ji holê rabûn. Mînak eger li Êlihê komeleyeke jinan hebûya û Îpek karîbûya xwe bigihanda wê saziyê, dibe ku îro ev encam rû nedabûya. Eger karîbûya xwe bigihanda saziyeke jinan, ji aliyê psîkolojîk, manewî, hiqûqî ve piştgirî wergirtibûya dibe ku serî li vê yekê nedabûya. Me ji destpêkê ve got; xwekuştina Îpek banga li edaletê bû, ev yek ji xwe di nameya wê de jî eşkere tê dîtin."

RÊBAZA ŞERÊ TAYBET

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku bûyera li Êlihê divê di nava rêbazên şerê taybet de bê nirxandin û wiha dewam kir: "Aliyekî xweser ê meseleya Îpek Er heye; li gel polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminatiya li jinan her wiha parçeyek ji siyaseta şer a li Kurdistanê ye. Ji şerê herî kevn ê cîhanê heta şerê niha yê lşi Sûriyeyê, heta kiryarên DAÎŞ'ê, rewş bi vî rengî ye. Desthilatdariya mêr di şer de destavêtinê li dijî jinan weke amûreke şer bi kar tîne. Ne tenê li dijî jinan e, her wiha amûreke şer e ku li dijî baweriyê û nasnameyê tê bikaranîn. Li Kurdistanê di salên 1990'î de bûyerên bi heman rengî qewimîn. Li gel doz û lêpirsînan bûyer hemû hatin nixumandin. Di vê meseleyê de kesên ku unîforma lê ye, bi mejiyekî welê tevdigere ku jê heye dikare dest biavêje jin ên ciwan ên Kurd. Ji ber ku piştrast e ku wê bê parastin, vê yekê dike. Ji xwe tên parastin. Mûsa Orhan digot, 'Tiştek bi min nayê' û bi rastî jî tiştek pê nehat. Tenê 7 rojan girtî ma. Ji xwe ji ber pandemiyê li girtîgehê neket koxûşê jî. Pêwîste mirov vê yekê weke parçeyek ji rêbazên şerê taybet bibîne, weke zîhniyeta wê binirxîne. Di encama vê yekê de bêguman desthilatdarî xwedî li meseleyê derket, hewl da jin a ciwan bêdeng bike, hîn jî hewl dide bûyerê manîpule bike û her roj detayekî diavêje holê ku pê Îpek Er sûcdar dike."

Ayşe Acar Başaran bal kişand ser zexta giran a li ser saziyên jinan ên heyî yên li Kurdistanê û got, "Zexteke giran li ser TJA û Komeleya Jinê ya Rosa heye. Serê sibehê diavêjin ser malên hevalên me û hatin destgîrkirin û têkildarî Gulistan Dokû û 8'ê Adarê pirs li wan hate kirin. Ya rast, hewl didin têkoşîna jinê darizînin. Ev sazî kirin hedef, saziyên din bi destê qeyûman hatin girtin û Peymana Stenbolê jî kirin mijara nîqaşê ku bi vî rengî li nava civakê wê tundiyeke mêr a rêxistinbûyî rû bide. Dema ku mirov van hemûyan dinirxînin, dibînin ku di encamê de jî jin xwe dikujin an jî tên kuştin."

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li gel van hemûyan tevgereke jinê ya berxwedêr heye û got, "Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê tevgereke jinê ya berxwedêr heye. Eger îro desthilatdariyê ji bilî nîqaşkirinê nekarî di der barê Peymana Stenbolê de tiştekî din bike, eger hîn jî di destê me de hin destketî hene, ev yek bi saya vê berxwedêriyê ye."