Li Farqîn û Artemêtanê 2 jin bi gumanbarî mirin -NÛ BÛ

Li Farqîn û Artemêtanê du jin bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Zehra Eken li taxa Mala Elikê êvara Pêncşemê li mala xwe bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Hate îdîakirin ku Eken bi çekê dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Zehra Eken ji bo otopsiyê birin Amedê.

Li navçeya Artemêtanê ya Wanê, li taxa Şabaniyeyê jina bi navê Melîha Kara (45) sibeha Înê li mala xwe bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Dozgeriyê li mala Melîha Kara lêkolîn kir û ji bo otopsiyê cenazeyê wê şand Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeyê ya Herêma Wanê. Têkildarî bûyerê lêpirsînê dest pê kir.

TUNDIYA LI JINÊ ZÊDE BÛ

Hîn eşkere nebû ku Eken ji ber çi jiyana xwe ji dest da. Lê belê tundiya li jinê van mehên dawî zêde bû. Li gorî Platforma Em ê Pêşî li Kuştina Jinan bigirin (KCDP) meha Tebaxê tundiya li jinê herî kêm bi rêjeya 33 ji sedî zêde bû.

Li gorî heman platformê 27 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 23 jin jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Hejmara jinên ku meha Tîrmehê ji aliyê mêran ve hatin kuştin 36 jin bûn. Platfromê diyar kir ku ji destpêka sala 2020'an ve herî kêm 250 jin bûne qurbanê tundiyê.