Girtiyên li Tarsûsê rastî binpêkirina mafan tên

Ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê Berfîn Dogan diyar kir ku mafên wan ên tendirûstiyê, xwarin û peywendiyê tên astengkirin.

Ji girtiyên li Gîrtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrdînê Berfîn Dogan di hevpeyvîna bi telefonê ya bi malbata xwe re binpêkirinên li girtîgehê dijîn ragihand.

Dogan diyar kir ku li qawûşekê 13 girtî dimînin, nirxê xwarinê kêm e, têra 3 kesan xwarin tê dayîn, dayîn û standina nameyan jî tê astengkirin.

‘DERMANÊN MIN NAYÊN DAYÎN’

Dogan a ku diyar kirî ji ber pirsgirêkên tendirustiyê kesên ku dibin nexweşxaneyê, di vegerê de dixin hucreya yek kesî, hevalên girtî yên nexweş ji ber vê yekê ji çûyîna nexweşxaneyên direvin û anî ziman ku dermanên ku dixtor ji bo wê nivîsandî nadin.

Dogan got; “Ev bi mehan e xwîn ji difna min tê. Ji bo çûyîna nexweşxaneyê min daxwazname da îdareyê lê min bersivek negirt.”

Berfîn Dogan a girtî diyar kir ku kel û pelên paqijî û hijyen ji kantînê bi bihayek bilind dikirin.