Jinan li Helebê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jinan bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş ji aliyê Navenda Yekîtiya Jinên Ciwan a Şehîd Tîmav a taxa Şêx Meqsûd a Helebê ve hate lidarxistin.

Bi dehan jinên taxê, di nav de endanên saziyên sivîl û Yekîtiya Jinên Ciwan tevlî meşê bûn.

Meş ji hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêx Meqûsd destpê kir. Jinan alên Tevgera Jinên Ciwan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û diruşmeyên "Jin jiyan e" qir kirin. Meş li ber navenda Şehîd Tîmav a beşê rojhilatê taxê rawestiya.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hemrîn Qasim axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd qir bike, nasname û çanda wê qir bike. Lê jinên azad li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker sekinîn."

Hemrîn destnîşan kir ku dewleta Tirk di nav bêdengiya navdewletî de binpêkirinên ne exlaqî û ne mirovî li dijî gelên herêmê bi taybet li dijî jinan pêk tîne. Her wiha got, divê dewleta Tirk ji ber sûcên ku pêk tîne were muhasebekirin.

Di dawiya çalakiyê de jinan diruşmeyên şermezarkirina tundiya li ser jinan û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.