Kongreya Star a Herêma Efrînê konferansa xwe ya 3’an li dar xist

Kongreya Star ya Herêma Efrînê li Şehbayê bi dirûşmeya ‘Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan dagirkeriyê birûxînin, şoreşa jinê mîsoger bikin’ konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist.

Li Şehbayê li navçeya Ehdas Kongreya Star ya Herêma Efrînê konferansa xwe ya sêyemîn bi amadebûna 160 jinên ji hemû sazî û meclîsên li Şehbayê, bi diruşmeya ‘Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan dagirkeriyê birûxînin, şoreşa jinê mîsoger bikin, azadiya Rêber Apo misogeriya neteweya demokratîk e’ li darxistin.

Axaftina destpêka konferansê ji aliyê Koordînasyona Kongra Star ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Deliye Henan hate kirin. Henan di axaftina xwe de diyar kir ku jin berxwedaniyekê du alî didin meşandin, ya yekem berxwedaniya ji bo vegera li ser axa xwe ye, ya duyem jî berxwedana li hemberî tevahî feraseta ji aliyê desthilatdaran ve ye.

Piştre li ser navê Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro axivî û got, “Kongreya Star projeya welatparêziyê ye û jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeke xetere de derbas dibin. Em diyar dikin wê projeya me li hemberî hemû astengiyan bibe bersiv.”

Di konferansê de perspektîfên Rêber Ocalan ên li ser jinê hatin xwendin û sînevîzyona çalakiyên Kongreya Star ên du salên dawîn hate temaşekirin.

Di konferansê de rapora du salan a kar û xebatên Kongra Star hatae xwendin, pêşniyar hate kirin, biryarên nû hatin stendin.

Di konferansê de ev biryar hatin stendin.

1. Bilindkirina asta tekoşîn û xurtkirina çalakiyan a ji bo azadiya Rêber Apo.

2. Lidarxistina çalakiyên li dijî dagirkeriyê û faşîzmê.

3. Amadekirina gel li ser esasê gelê şoreşger.

4. Tekoşîna ji bo pêkanîna sîstema hevserokatiyê.

5. Avakirina malbata demokratîk û civaka polîtîk.

6. Vekirina akademiyeke ji bo mêran.

7. Vekirina navendekê ya ji bo rêxistina Sara.

Di konferansê de Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso, Endama Konseya Rêveber Hediye Yûsiv û Berdevka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Zêneb Qenber jî axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku têkoşîna jinên Efrînê îro bi berxwedana xwe ket dîrokê û jinên Kurd wê di bin hemû şertan de têkoşîna xwe bidomînin.