JIN
Hemû Nûçe
-
HDP: Jinûve avakirin wê bi pêşengiya jinan pêk were
Desteya Jinê ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a HDP'ê diyar kir ku rejîma qeyûm rejîma înkarkirina Kurdan û jinan e û got, "Em ê avabûnê bi pêşengiya jinan bikin." -
Li Başûr di nav 2 mehan de 19 jinan dawî li jiyana xwe anî
Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê û Malbatê diyar kir di nav 2 mehan de dawî li jiyana 19 jinî hatiye. -
1 sal û 3 meh ceza li parêzer Nûrcan Kaya birîn
Dadgeha Tirk 1 sal û 3 meh cezayê girtîghê da parêzer Nûrcan Kaya. -
Li Kerkûkê panela ‘Di kar û aboriyê de jin’ hat lidarxistin
Li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Rêxistina Viyan ya Ji Bo Parastina Mafê Jinan bi dirûşmeya ‘Di kar û aboriyê de jin’ panelek li dar xist. -
Bûldan: Wê hesab bidin!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî de axivî û diyar kir ku rojên yên polîtîkayên dijminiyê li Kurdan dikir hesab bidin nêzîkin û got: “Em ber bi fînalê ve diçin.” -
Çalakvanên jinê ên Kerkûk: Xwekuştina jinan bûye mijarek esasî
Çalakvanên jin ên Kerkûkê bal kişand ser zêdebûna şidetê ya li ser jinan û gotin: “Xwekuştina li nava jinan bûye mijareke esasî.” -
'Jin tenê bi yekîtiya neteweyî dikarin jiyaneke azad biafirînin'
Endama KJAR'ê Uta Doxuruzgari diyar kir ku jin tenê bi yekîtiya neteweyî dikarin jiyana azad biafirînin û got, "Em; jinên Rojhilata Navîn dikarin lîstikên wan hêzan xera bikin ku şerê sêyemîn ê cîhanê dane destpêkirin." -
Malpera ajansa Jinnewsê cara 40’emîn hate astengkirin
Du navnîşanên malpera ajansa nûçeyan a jinan Jinnews hate astengkirin. Heta niha navnîşanên malpera Jinnewsê 40 caran hate astengkirin. -
9 sal ceza dan aktivîsta TJA Bîlgîn
Di danişîna doza Aktivîsta TJA Zelal Bîlgîn a li Girtîgeha Amedê tê ragirtin, dadgehê 9 sal ceza lê birî. -
Li Lyonê Qada Hevrîn Xelef hate vekirin
Li bajarê Lyon a Fransayê qada ku berî niha ji aliyê şaredariyê ve biryar li ser hatibû girtin ku bi navê Hevrîn Xelef hatibû binavkirin, bi fermî hate vekirin. -
Komxebata Dayikên Aştiyê bi dawî bû
Ji bo nîqaşkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û rola dayikan a di çareseriyê de Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê komxebatek li dar xistin. Komxebata Dayikên Aştiyê bi dawî bû. -
Rêxistinên jinan li ber dagirkeriyê rabûn
Tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 21'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek dan û li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn. -
TJA li Wanê kom bû
TJA ji bo ku bernameya çalakiyê diyar bike li Wanê bi saziyên jinan re kom bû. -
Dayikên Aştiyê li Silêmaniyeyê civiyan
Dayikên Aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdsitanê civiyan. -
Li Meksîkayê her roj deh jin û zarokên keç têne kuştin
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Meksîkayê her roj deh jin û zarokên keç têne kuştin. Rayedar kuştina jinan weke pirsgirêkekê nabînin. -
Di çarçoveya rûniştinên Neteweyên Yekbûyî de civîna çapemeniyê ya '100 sedem'
Têkildarî kampanya "100 sedem" a ku tevgera jinên Kurd ji bo darizandina Erdogan daye destpêkirin, wê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin. Civîn li nava bernameya rûniştinên mafên mirovan ên NY'yê hate bicihkirin. -
Tedawiya nû ya kanserê ji bo bi sed hezaran jinan bû hêvî
Li Îngilistanê, encamên lêkolînekê ji bo jinên lidijî cûreyê kanserê yê malzarokê li ber xwe didin, bû hêvî. -
Aktîvîstên Efgan li pêşiya Wezareta Jinê ya hate girtin bûn
Komek ji jinên Efgan, li pêşiya Wezareta Karên Jinê li hev civiyan, ku doh ji aliyê Talîbanê ve wezaret hate kirin. Jinan desthilatdariya Talîbanê şermezar kirin. -
TJA’yê li Stenbolê çalakiyek li dar xist
Li Stenbolê jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) kom bûn û bang kirin “Bila jinan bitirsin, ji ber ku dem dema azadiyê ye.” -
Dayikên Aştiyê bang li dayikên Başûrî kirin
Endamên Insîyatîva Dayikên Aştiyê têkilî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr û helwesta malbata Barzanî axivîn û gotin, divê xwîna birayan neyê rijandin û diyar kirin li ser vê mijarê peywireke girîng dikeve -
Zext û zordariyê nekarî wê ji têkoşîna azadiyê vegire
Bi salan bû hedefa zextên dewleta Tirk, gelek caran hate destgîrkirin, hate girtin, parlamenteriya wê hate betalkirin, lê belê van hemûyan nekarî Leyla Guven ji têkoşîna azadiyê vegire. -
Koçyîgît: Em neçar in vê hikumetê têk bibin, faşîzmê hilweşînin
Wekîla HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku rêbaza rêveberiyê ya AKP'ê şer e û got, "Divê em jin, vê amûra şer ji destê hikumetê werbigire. Rêya vê jî hilweşandina faşîzmê ye." -
Jin: Jin tên kuştin lê mixabin edalet pêk nayê
Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê di salvegera 4’emîn a qetilkirina wê de Feray Şahîn bi bîr anî. Polîsê Tevgera Taybet a Tirkan Fatîh Bûrak Aykûl, Şahîn kuştibû. Bîranîn li Parka Yeşîlsûyê hate kirin. -
KJK: Ji bo em demên azadiyê biafirînin tevlî pêngava me ya berxwedanê bibin
Koordînasyona KJK’ê derbarê salvegera 2’emîn a pêngavê daxuyanî da û got “Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jin û civaka azad e. Ji bo afirandina demên azadiyê em banga tevlêbûna refên berxwedanê dikin.” -
19 salî hate destgîrkirin, 26 sal in ‘winda’ ye
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê berî 26 salan dema 19 salî hatibû destgîrkirin û ji wê rojê ve winda ye, pirsîn.