Çalakvanên jinê ên Kerkûk: Xwekuştina jinan bûye mijarek esasî

Çalakvanên jin ên Kerkûkê bal kişand ser zêdebûna şidetê ya li ser jinan û gotin: “Xwekuştina li nava jinan bûye mijareke esasî.”

Di dema şewba vîrûsa Koronayê de zêdetir jiyana mirovan bandor bû û rê li ber krîzên aborî vekir. Di vê demê de li nava civakê de şideta li ser jinan zêdetir bûne. Ev yek jî rê li ber fikrarên rewşenbîr û taybet jî çalakvanên jin zêdetir ji vê rewşê fikar in.

Têkildarî vê mijarê çalakvanên jin ên Kerkûkê li ser zêdebûna şideta li ser jinan û rewşa jinan ji ANF’ê re axivîn.

Berpirsa Şaxa Kerkûkê ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Jiyan Hemîd axivî û diyar kir ku ji ber daneyên pêwîst ên li ser rewşa jinan û tundya li wan tê kirin li ber destê wan nîne ku bizanin ku ev rewş li ber zêdebûnê ye yan na û got: “Lê ji serdanên jinan û agahiyên tên saziya me em dizanin ku ev rewşa tundiya li jinan zêdetir bûye. Li gorî van dane û serdanan em dibînin rêjeya xwekuştin û şideta li ser jinê zêdetir bûye û her diçe ev rewş xirabtir dibe.”

Hemîd anî ziman ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê perwerdehiyek ji destpêkê bê dayîn û wiha pêde çû: “Divê ji bo hemû jin û pêkhateyên cuda, çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê bê peydakirin û di vê mijarê de jin û mêr bên hişyarkirin. Ji ber ku mijar ne tenê ya jinê ye, ji ber ku eger mêr vê mijarê fam neke, nekare li gel nîqaş bike, wê nekare çareseriyê peyda bike. Xebatên em yên hişyarkirina malbatê ya nava civakê didome.”

Berpirsa Şaxa Kerkûkê ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Jiyan Hemîd destnîşan kir ku ji ber li bajarê Kerkûkê avahiyeke ya stirînê ya jinan tine, gelek caran agahî tê ber destê wan ku jin ketine kolanan. Hemîd da xuyakirin ku hem ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî ji hikûmeta Iraqê daxwaz kirine ku navendeke ya stirînê ji bo jinan li bajar bê avakirin. Hemîd got ku eger navende nebe nikarin jinan li gorî pêwîst peywendî li gel wan bikin û çareseriyê jêre peyda bikin.

Çalakvana jin Şikofe Mihemed jî destnîşan kir ku her diçe rewşa civakî xirab dibe, ev jî dibe sedemê kuştina jinan di nava civakê de bibe mijareke esasî. Mihemed anî ziman ku di dîrokê de Kurdan girîngiyek mezin daye jina û heta di asta herî jor a rêveberiyê de jî bûye xwedî cih û wiha domand: “Mixabin di roja îro de, serdema teknolojiyê de ji ber zext û zoriya civakê ji bo jinan tenê rêya rizgariyê xwekuştin hiştiye.”

Mihemde anî ziman ku çanda biyanî li ser jina Kurd tê sepandin û got: “Ji bo ev rewş bi temamî ji holê rabe, divê di asta sîstema xwendinê de guherînên cidî li ser her ferdeke civakê bê kirin.”

Parêzer û şarezaya hiqûqê Şîrîn Ebdullah jî anî ziman her diçe rêjeya xwekuştinê di nava jinan de zêdetir bûye. Ebdullah bibîr xist ku xwekuştin ji bo jinan bûye mijareke esasî ya ji ber pirsgirêkên hevjînî û dîsa nakokiyên navbera malbat û civakê xwe rizgarkirinê.

Parêzer Şîrîn Ebdullah diyar kir ku heta niha di warê hiqûqî de ti hiqûqek ji bo jinan nebûye çareserî û xizmetê ji bo wan bike û got: “Di nava hiqûqê de hinek made hene hê jî jinê kole dike û mafê wê ji destan digire. Ev jî sedemeke esasî ye ku jin di nava civakê de rû bi rû tê. Hiqûq ji bo çareseriya pirsa jinê nebûye çareserî. Ji bo wê divê ew madeyên li dijî mafê jinan tên bikaranîn, divê bên rakirin.”

Ebdullah diyar kir ku jinên li parlementoyê ji bo çareseriya pirsa jinê jî xemsar nêzîk dibin. Ebdullah sedemê xemsariya jinên parlementer jî bi hişmendiya serwer a mêr a li ser hemû civakê ve serwere girê da.