Zext û zordariyê nekarî wê ji têkoşîna azadiyê vegire

Bi salan bû hedefa zextên dewleta Tirk, gelek caran hate destgîrkirin, hate girtin, parlamenteriya wê hate betalkirin, lê belê van hemûyan nekarî Leyla Guven ji têkoşîna azadiyê vegire.

Her çiqasî jin bi destê pergala baviksalarî hatibe xistin û ji rastiya xwe hatibe dûrxistin jî dîsa di her şert û mercî de li hemberî neheqî û zilmê li ber xwe didin. Wexta ew jina ku bi hişmendiya azadiyê xwe bi rêxisitinkirî be û bi taybetî jî Kurd be wê demê ev têkoşîn vediguhere têkoşîna civakê. Ji van jinên serhildêr û berxwedêr yek jê Leyla Güven e. Leyla Guven li kuderê neheqî û zilm hebe ew li hemberî wê têdikoşe. Carna dikeve nava berxwedanê û carna jî dibe pêşenga berxwedanê. Ti carî ev dewleta dagirker nikarî bû Leyla ji têkoşînê dûr bixîne. Carna wê avêt zindanê û carna jî parlamenteriya wê desteser kirin. Cardin jî nikarîbûn wê ji doza wê û têkoşîna wê dûr bixin. Leyla berî her kesî taloka li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît û dest bi greva birçîbûnê kir û niha jî ji bo dewlet wê ji qada têkoşînê dûr bixîne wekî bi hezaran siyasetmedaran xistiye zindanê. Lê dîsa jî nikare dengê Leyla ya azadiyê qut bike û wê ji têkoşîna azadiyê dûr bixîne.

NASKIRINA TEVGERA AZADIYÊ ŞANSÊ MIN YÊ HERÎ MEZIN BÛ

Leyla Guven qîza malbetek cotkar ya herî biçûke û Kurdên Anatolya Navîne, di sala 1964’an de li bajarokê Yapalî yê bi ser Cîhanbeylî ya Konyayê hatiye dinê. Leyla di temenê xwe yê biçûk 16 salî de bi kurê xaleta xwe re tê zewicandin û piştre li Elmanya bi cih dibe û li Elmanya 5 salan dimîne. Keç û kurekî wê li wir tê dinê. Leyla di temenê 30 salî de dawî li zewaca xwe tîne û vedigere ser axa xwe. Bi tena serê xwe zarokên xwe mezin dike. Li dewsa li malê rûne hem têkoşîna jiyanê da hem jî berê xwe da siyasete. Leyla di wê pêvajoyê de wiha dibêje: “Ez gelek bi şans û bextewar bûm kum in Tevgera Azadiyê naskir û bi vê re jî min xwe naskir.”

JI ALIYÊ GEL VE HATE HILBIJARTIN

Leyla, di 1994’an de bi endamtiya rêveberiya HADEP’a Konyayê dest bi xebatan kir û li heman bajarî serokatiya baskê jinan a HADEP’ê jî kir. Heta 1999’an jiyana xwe wisa berdewam kir û wê salê bi awayekî fermî berpirsyarî girt. Leyla, di hilbijartinên 1999’an de li Konyayê bû namzeta parlamenteriyê. Di 2001’an de çû Enqereyê. Rêveberiya Baskê Jinan a Navenda HADEP’ê kir û piştre bû endama meclîsa partiyê. Heta 2004’an peywir meşand. Di 2004’an de ji bo şaredariya Bajarokê Kuçuk Dîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê hat hilbijartin. 5 salan şaredartî kir. Di hilbijartinên 29’ê Adara 2009’an de li Wêranşarê bû şaredar. 8 meh şûnde di operasyonên KCK’ê de hat girtin. 5 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ma.

‘DIVÊ JIN DERKEVIN QADAN’

Leyla di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de bû namzeta parlameneriya HDP’ê. Lê piştî konsepta hilbijartinê kirin dewrê encamên hilbijartinê betal bûn. Leyla herî dawî ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an bû namzeta HDP’ê ya Rihayê û hat hilbijartin û çû meclîsê. Leyla di pêvajoya hilbijartinê de diyar kir ku ji bo şer bê rawestandin divê jin derkevin qadan û ji ber vê jî jinan di hilbijartinên 2015’an de cihê xwe girtine.

BÛ HEVSEROKA KCD’Ê

Desthilatdariya AKP’ê ya ku xwe bi hêza gel negirt û bi ti partiyên muxalefetê re tifaq ava nekir, welat ber bi hilbijartina hemwext ve birin. Di 1’ê Mijdarê de dîsa hilbijartin pêk hat lê vê carê nehat hilbijartin. Leyla di 26’ê Adara 2015’an de di Kongreya KCD’ê de wek Hevseroka KCD’ê hat hilbijartin.

‘EV PERGAL BI DESTÊ JINÊ DIKARE WERE GUHERTIN’

Leyla ku salên xwe bi têkoşîn û berxwedanê derbas kir û nayê bîra wê ku salên wê çawa derbas bûne. Leyla di hevpeyvînek xwe de wiha dibêje: “Eger pergal rojekê biguhere ew jî bi têkoşîna jinan dikare biguhere."

ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Leyla di hilbijartina 24’ê Hezîran 2018’an de ji Colemêrgê weke parlamenter hate hilbijartin û wê demê jî di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de dihat girtin. Ligel ku diviya Leyla ji girtîgehê hatiba berdan jî nehat serbest berdan. Di 7’ê Mijardarê de danişîna doza Leyla, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Guven, ji ber ku ferzkirina kelepçeyê qebûl nekir, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê neanîn danişînê, bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Guven, di parastina xwe kir de wiha got: “Ez parlamenterim û ji ber vê ez ferzkirina kelepçeyê qebûl nakim. Ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ez dest bi greva birçîbûnê dikim.”  

‘MIN ÎLHAM JI PERSPEKTÎFÊN RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN GIRTIN’

Guven derbarê biryara da de ev tişt gotibûn: “Min îlham ji perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin û bi awayekê aktîf beşdarî siyasetê bûm. Tecrîta îro li ser Birêz Ocalan tê meşandin, ne tenê li dijî kesekê ye, di heman demê de li dijî gelê Kurde. Tecrît sûcê mirovahiyê ye. Ez weke parçeyekê vî gelî, tecrîta li ser Birêz Ocalan şermezar dikim. Bi armanca şermezarkirina tecrîtê ez dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdûrveger dikim. Ji vir û şûn de ez ê li dagehê parastin nekim. Heya daraz dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, ez ê çalakiya xwe berdewam bikim. Ger bê xwestin ez ê çalakiya xwe veguherînim rojiya mirinê jî.”

Di encama têkoşîna çalakgerên greva birçîbûnê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewil bi birayê xwe Mehmet Ocalan û pişt re jî 2 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina 22'ê Gulanê ya li Îmraliyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parêzeran diyar kir ku muwekilê wan Ocalan hevî dike ku çalakgerên greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe bînin. Piştî parêzerên Ocalan peyama Ocalan parve kirin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, a 200 rojan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê debûne peyam da. 

Leyla dema ku dawî li çalakiya xwe anî ev peyam da:

“Kurdistan jî di nav de, îro hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn, bi hemû hilweşîna xwe qada şer e. Ev şer înkarkirina siyasî û çandî, ferzkirina polîtikayên teslîmiyetê ferz dike û bingeha jiyana azad ji holê radike. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan êdî perspektîfa birêz Ocalan ya Neteweya Demokratîk wekî rastiyek tê pejirandin. Wekî ku bi mînaka xwe ya Şoreşa Rojava ku cîhanê dihejîne jî dixuyê, çareseriya birêz Ocalan a ‘Rojhilata Navin a Demokratîk’ hemû gelên vê erdgînariyê hembêz dike. Li seranserî Rojhilata Navîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, aktorê herî sereke û girîng birêz Ocalan e. 
 
Îro tecrîda ku li vî welatî di kesayetiya Ocalan de li ser hemû civakê tê meşandin, beriya her tiştî ev rûreşiya hemû mirovahiyê ye. Lewma ez dikarim bibêjim ku şansê me yê herî mezin şoreşgeriya me ye. Ji ber ku tenê şoreşgerî dikare vê rûreşiyê ji holê rabike, dikare li hemberî vê xespê bisekine. 
 
Ez wekî jineke Kurd, ji sala 1994’an vir ve bênavber li hemû qadan de xebat û têkoşîna siyasî dimeşînim. Li gel hemû bêhiqûqiyê, me têkoşîna xwe meşand. Lê di merheleya ku em îro gihiştinê de jî ez bi aweyekî eşkere dibînim ku min siyaseteke rast, bibandor, pêşdîtî, berfireh ya siyasî nemeşandiye. 
 
Min bi hişmendiya “tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser gel e”, bi îradeya xwe ya azad dest bi çalakiya greva birçîbûna ya bênavber û bêdorveger kir. Min got ku heya ev tecrîd neşikê, ez ê vê çalakiyê bimeşînim. Ji ber ku di 20 salên dawî de li gel hemû tecrîda giran a li ser birêz Ocalan tu car dev ji fikr û hewldanên xwe yên aştiyane berneda. Lewma derketina derve ya van firk û ramanên birêz Ocalan girîng e.”

Piştî çalakiya greve birçîbûn û tedawiya wê di 10.07.2019’an de li meclîsê dest bi xebatan kir.

WEKÎLTIYA WÊ HATE XISTIN Û HATE GIRTIN

Di 4’ê Hezîrana 2020’an de wekîltiya Leyla li meclîsê xistin û piştî meclîsê wekîltiya Guven, betal kir, li Amedê binçavkirin û şandin girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Piştî 5 rojan û şûnde mehek cezayê wê yê mayî li ser dosyeyeke wê ya din hat hesibandin û hat berdan.  

Guven, ji ber xebat û axaftinên xwe yên siyasî yên li ser navê KCD’ê kiribû, di 22 Kanûn 2020’an de 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û di saetên şeve de hat binçavkirin. Guven, şeve li Midûriyeta Polisan a Amedê derbas kir û di 23’ê Kanûnê de piştî ku li edliyeyê biryar li rûyê wê hat xwendin, polisan wê bir Girtîgeha Jinan a Amedê. Piştî rojekê û vir de jî Leyla sewqî Girtîgeha Xerbetê kirin.

NEKARIN DENGÊ LEYLA YÊ AZADIYÊ QUT BIKIN

Leyla ya ku li kuderê neheqî û zilm hebe ew li hemberî wê têdikoşe. Carna dikeve nava berxwedanê û carna jî dibe pêşenga berxwedanê. Ti carî ev dewleta dagirker nikarî bû Leyla ji têkoşînê dûr bixîne. Carna wê avêt zindanê û carna jî parlamenteriya wê desteser kirin. Cardin jî nikarîbûn wê ji doza wê û têkoşîna wê dûr bixin. Dewlet ji bo ku Leyla ji qada têkoşînê dûr bixîne wekî bi hezaran siyasetmedaran xistiye zindanê. Lê dîsa jî nikare dengê Leyla ya azadiyê qut bike û wê ji têkoşîna azadiyê dûr bixîne.