Jin: Jin tên kuştin lê mixabin edalet pêk nayê

Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê di salvegera 4’emîn a qetilkirina wê de Feray Şahîn bi bîr anî. Polîsê Tevgera Taybet a Tirkan Fatîh Bûrak Aykûl, Şahîn kuştibû. Bîranîn li Parka Yeşîlsûyê hate kirin.

Li ser navê platformê Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan Sûzan Ûzpak axivî û got “Dosye ji 28’ê Sibata 2019’an û vir ve li Saziya Darizandinê ye. Malbat 4 sal in li benda edaletê ne. Edalet pêk nehatiye. Bekîr Şahîn ê ku bavê Feray Şahîn e, ji ber ku ji kujer Fatîh Bûrak Aykûl re gotiye kujer, Aykûl derbarê Şahîn giliyê sûc kiriye. Feraseta mêrserwer û desthilatdariî vê cesaretê dide kujeran. Ji ber ku ji Mûsa Orhan re yê ku tecawizî Îpek Er kiribû, tecawizkar hatibû gotin, Orhan jî giliyê sûc kiribû.”

Ûzpak diyar kir ew ji bo hemû jinên hatine qetilkirin edaletê dixwazin û got “Heke Peymana Stenbolê bi awayekî bi bandor pêk bihata wê îro Feray bi me re bûye. Em jin dev ji jiyan û Peymana Stenbolê bernadin.Heta ku ceza li kujeran were birîn û Peymana Stenbolê têkeve meriyetê em li qadan in.”