9 sal ceza dan aktivîsta TJA Bîlgîn

Di danişîna doza Aktivîsta TJA Zelal Bîlgîn a li Girtîgeha Amedê tê ragirtin, dadgehê 9 sal ceza lê birî.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn bi hêceta beşdarî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û TJA’yê bûye bi îdîaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” girtî dihat darizandin. Danişîna doza Bîlgîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bîlgîn bi rêya Pergal Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Amedê ya Jinan beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Sîdar Gumuş û Diyar Reçetedîr jî li eywana danişînê amade bûn .

Dozger di danişîna beriya niha de mutalaya xwe dabû û dîsa mutalaya xwe dubare kir. Bîlgîn parastina xwe bi awayek nivîskî ku bi kurdî amade kiribû pêşkêşî dadgehê kir. Bîlgîn di parastina xwe de dibêje ku sûcên xistine stûyê wê nekiriye, red dike û ev sûcdarî ji ber niyeta xerab a polîsan hatiye hûnandin.

Parêzerên Bîlgîn parastina miwekîla xwe kirin û diyar kirin ku sûcdariyên li ser miwekîla wan tê kirin bêyî were lêkolînkirin û doz were lêkolînkirin û nîqaşkirin lê wek ceza hatiye birîn. Parêzeran xwest doz were lêkolînkirin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir.  

Parêzeran got nabe miwekîla wan ji ber van sedeman ango sûcdariyan were cezakirin û xwestin miwekîla wan were berdan û beraetkirin.  

Dozger dîsa mutalaya xwe dubare kir û dewama girtina Bîlgîn daxwaz kir.

Şandeya dadgehê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza li Bîlgîn birî û daxistina ceza jî nesepand. Şandeyê ji sûcdariya “propaganda rêxistinê” jî derbarê Bîlgîn de biryara beraetê da û dewama girtina Bîlgîn da.