TJA li Wanê kom bû

TJA ji bo ku bernameya çalakiyê diyar bike li Wanê bi saziyên jinan re kom bû.

TJA'yê bi çarçoweya bernameya çalakiyê ya serdema nû ya li Wanê bi jinan re hate cem hev. Jin li Hêwana Konfernasê ya Tahîr Elçî ya Wanê hatin cem hev. Wekîla HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevseroka Bajêr a Wanê ya DBP'ê Gulderen Varli, Dayikên Aştiyê û xizmên windayan li civînê hazir bûn. 

Li hêwanê pankartên bi nivîsa, ''Dem dema azadiya jinê ye'', ''Bes e ji nîjatperestî û faşîzmê re hatin daleqandin.''

Jinan li ber muzîkê govend gerandin û bi dirûşmeyan gotin, 'jin jiyan azadî'. 

Endama Meclîsa Partiya ya HDP'ê Denîz Oztekîk got ew ê di civînÊ de bi hemû avaniyên jinê re pêvajoyeke girîng a nîqaşê bikin û biryar li ser bidin bê ka siberojê wê çi bikin.