Li Başûr di nav 2 mehan de 19 jinan dawî li jiyana xwe anî
Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê û Malbatê diyar kir di nav 2 mehan de dawî li jiyana 19 jinî hatiye.
Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê û Malbatê diyar kir di nav 2 mehan de dawî li jiyana 19 jinî hatiye.
Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê û Malbatê diyar kir di meha Tîrmeh û Tebaxê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatine kuştin û 8 kesan dawî li jiyana xwe aniye û 7 kesan xwe şewitandiye.
Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Şîdeta Jinê û Malbatê bîlonçoya şîdeta meha Tîrmeh û Tebaxê ya li Herêma Kurdistanê weşand.
Li gorî bîlançoyê, di meha Tîrmehê de 5 bûyerên xwekuştine, 1 kuştin, 3 xweşewitandin, 871 gilî, 14 bûyerên destdirêjiyê hatine tomarkirin.
Di meha Tebaxê de, 3 bûyerên xwekuştinê, 3 bûyerên xwekuştinê, 4 xweşewitandin, hezar û 607 gilî û 8 rewşên destdirêjiyê hatine tomarkirin.