Tedawiya nû ya kanserê ji bo bi sed hezaran jinan bû hêvî

Li Îngilistanê, encamên lêkolînekê ji bo jinên lidijî cûreyê kanserê yê malzarokê li ber xwe didin, bû hêvî.

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolîna Kanserê û Weqfa NHS a Marsden a Îngilistanê, ji sedî 46 ê nexweşên bi kansera malzarokê, dema ku dermanên VS6766 û defactinibê bi kombîneyî bi kar anîn, serketî bûn.

Lêkolîn têkildarî 24 jinên ku di asteke bilind de bi nexweşiya kansera malzarokê ketine hate kirin û di encamê de hate tespîtkirin ku li nava nîvê jinan tumor lawaz bûye.

Kansera li malzarokê hîn di temenekî ciwan de li nava jinan rû dide û ji ber ku cûreyekî xurt ê kanserê ye, tedawiya wê gelekî girîng e.

Zanyaran diyar kirin ku kombînasyona nû ya dermanan sînyala mezinbûnê ya hucreyên bi kanser bloke dike û bi vî rengî kanser tê kontrolkirin.

Hate ragihandin ku ceribandinên klînîkê yên li Îngilistanê bi komeke hîn berfireh di asta duyemîn de tê meşandin.

Dermanên VS-6766 û defactinib dermanên cihê ne ku niha li bazarê ne. Ji ber vê yekê jî rêbaza nû ya tedawiyê dibe ku dema bê hîn zêdetir bê bikaranîn.