Li Kerkûkê panela ‘Di kar û aboriyê de jin’ hat lidarxistin

Li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Rêxistina Viyan ya Ji Bo Parastina Mafê Jinan bi dirûşmeya ‘Di kar û aboriyê de jin’ panelek li dar xist.

Îro danê êvarê li Navenda Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê bi pêşengiya Rêxistina Viyan ya Ji bo Parastina Mafê Jinan û tevlêbûna çalakvanên kar û barên jinan û pisporên yasayî û civakî panelek hate lidarxistin.

Panel ji 4 beşan pêk hat. Di panelê de bal hat kişandin ser girîngiya aboriya serbixwe ya ji bo jinan, pirsgirêkên ku jin di mijara karkirinê de pê re rû bi rû dimîne û her wiha şêwazê têkoşînê ya di aliyê yasayî de nirxandin hatin kirin.

Çalakvan û pisporên amade yên di panelê de, di çarçoveya beşên xwe de yên ku ji bo panelê hatibûn diyarkirin, axivîn û fikrên xwe pêşkêş kirin.