Di çarçoveya rûniştinên Neteweyên Yekbûyî de civîna çapemeniyê ya '100 sedem'

Têkildarî kampanya "100 sedem" a ku tevgera jinên Kurd ji bo darizandina Erdogan daye destpêkirin, wê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin. Civîn li nava bernameya rûniştinên mafên mirovan ên NY'yê hate bicihkirin.

Civîna çapemeniyê wê 23'ê Îlonê li Kulûba Çapemeniyê ya Swîsreyê (Press Club) pêk were. Civîn wê li ser daxwaza "Bila kuştina jinan li qada navneteweyî weke sûcê qirkirinê bê naskirin" were lidarxistin û ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û rêxistina civaka sivîl MAAT a ji bo Aştiyê tê organîzekirin.

Civîn bi rengekî fermî li nava bernameya 48'emîn rûniştinên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) hate bicihkirin ku wê di navbera 13'ê Îlonê û 8'ê Cotmehê de pêk werin.

Di daxuyaniya têkildarî civînê de hate ragihandin ku di çarçoveya kampanya "100 sedem" de 235 hezar îmze hatine komkirin, ji aliyê noterê ve hatine piştrastkirin û wê bi civîneke çapemeniyê bêne ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hatibû ragihandin ku piştî pêkhatina asta destpêkê ya kampanyayê, wê li ser mijarên şênber kampanya bê meşandin" û li ser armanc û daxwazên kampanyayê wiha hate gotin:

"Yek ji armancên bingehîn ên kampanya me, li gel darizandina dîktator her wiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar bê kirin ku feminicid weke qirkirinê nas bikin. Feminicid weke qirkirinê nas bikin.

Di vê çarçoveyê de li ser bûyerên şênber Feminicid (polîtîkayên qirkirina jinê) bêne deşîfrekirin û ji bo darizandina sûcdaran kar bê meşandin. Weke ku li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li jinan tê kirin; qirkirina jinê, qetilkirina lîder ên jin, milîtan û siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin (Sara, Rojbîn, Ronahî) weke mijarên bingehîn bêne nirxandin. Ji bo vê jî li qada navneteweyî yekîtiya hiqûqnasan a jinan kar bimeşîne."

Di civînê de li ser sûcên şer û paqijiya etnîkî ku dewleta Tirk li Efrînê dike, endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdullah wê nirxandinê bike.

Danasîna kampanyayê û gavên piştre bêne avêtin wê ji aliyê berdevka têkiliyên navneteweyî ya TJK-E'yê Melîke Yaşar ve bê vegotin.

Di civînê de wê du jinên ku karîbûn xwe ji destê dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin, bi rengekî zindî qala şahidiya xwe bikin.