1 sal û 3 meh ceza li parêzer Nûrcan Kaya birîn
Dadgeha Tirk 1 sal û 3 meh cezayê girtîghê da parêzer Nûrcan Kaya.
Dadgeha Tirk 1 sal û 3 meh cezayê girtîghê da parêzer Nûrcan Kaya.
Rûnştina biryara doza derbarê parêzer Nûrcan Kaya ku di navbera salên 2014-2020’an de bi belavkirina li ser hesabê Twîtterê bi hinceta ‘propagandakirina rêxistinê’ kiriye, doz lê hatibû vekirin û dihate darezandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Di rûniştinê de Kaya, parêzer Veysel Ok, Mehmet Emnîn Aktar û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî amade bûn.
Di rûniştinê de Dozgerê Komarê mutalaya berê ku ceza dihate xwestin dubare kir.
Kaya destnîşan kir ku ji bo bê cezakirin bi rêzê ve madeyên cuda yên Qanûna Ceza ya Tirk tê dubarekirin û got: “Bi vê daraza tê kirin, mirov tê tacizkirin.”
Heyeta dadgehê 1 sal û 3 meh ceza da Kaya. Dadgehê ji bo erêkirina hikum jî biryar paşve xist.