Komxebata Dayikên Aştiyê bi dawî bû

Ji bo nîqaşkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û rola dayikan a di çareseriyê de Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê komxebatek li dar xistin. Komxebata Dayikên Aştiyê bi dawî bû.

Dayîkên Aşitiyê yên ji çar aliyên Kurdistanê ku armanca nirxandina dagirkeriya li Kurdistanê, şer û aloziya heyî û rola dayîkan a di çareseriyê de li salona Îbrahîm Ehmed ya Silêmaniyê kom bûbûn, piştî nîqaşên berfireh komxebat bi dawî bû. Di komxebatê de panelên bi çend sernavên cuda hatin dayîn lidarxistin û nîqaşek berfireh hate meşandin.

Dayîkên Aşitiyê yên Başûrê Kurdistanê di roja aşitiyê ya cîhanî (NY) de li komxebatê semînerek di bin sernavê, “Em bi hev re aşitiyê mîsoger bikin” li dar xistin.

Dayîkên ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî beşdarê panelê bûn. Dayîkan di panelê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, girîngiya hewldanên ji bo yekîtî û aramiya Kurdistanê kirin.

Di destpêka panelê de dayê Fewziye Ebdulkerîm ku ya ku ew jî Dayîka Aştiyê ye axaftina vekirinê kir. Dayê Fewziye ji tevahî dayîkan xwest ji bo bidawî anîna şer rol bigirin û got: “Ji bo dagirkerî bi dawî bibe û bes zarokên me şehîd bibin, divê em zêdetir bixebitin û hewldan bidin.”

Paşê mamoste û çalakvanan jin Sinûr Kerîm jî li ser rola dayîkan di perwerdeyê de axaftinek kir. Sinûr Kerîm da zanîn dayîk yekemîn dibistana zarok e û dayîk jî perwerdekara yekemîn e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Lê niha hewl tê dayîn cewher û rola dayîk a di perwerdehiyê ji holê were rakirin. Niştiman weke dayîk tê pênasekirin, ji ber niştiman berdêlê dide, dayîk jî ji bo parastina welat zarokên xwe di oxira ax û welat de didin.”

Sinûr Kerîm da zanîn beşek ji dayîkên beşdarê komxebatê bûne, dayîkên şehîdan in û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Beşek ji we zarokên xwe şehîd dane û beşek jî zarokên wan di nava berxwedanê de ne. Yên li ber xwe didin zarokên me tevan in. Lê bi destê dagirkeran li nava mala me de tên şehîd kirin. Êrîş dikin ser ax, ziman, çand û welatê me.”

ÇAVKANIYA DAGIRKERIYÊ PEYMANA LOZANÊ YE

Panela duyemîn jî bi sernavê, “Dewleta Tirk dagirker derveyî yasayên navnetewî ye”  ji aliyê Pakîstan Mihemed ve hate pêşkêşkirin. Pakîstan Mihemed da zanîn êrîşên li ser Mexmûr, Şengal, Başûr bi armanca dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê ye û got “Ev dagirkeriyane çavkaniya xwe ji sed berê niha yanî peymana Lozanê digire ku Kurdistan tê de kirine çar parçe. Wê di sal 2023’an de dawî li peymanê were. Êrîşên li ser parçeyên Kurdistanê jî bi wê mebestêye ku Kurd sed salê din jî parçebin.”

Pakîstan Mihemed ji dayîkan xwest ku li hember planên Tirkiye hişyarbin û destûr nedin, planên xwe bicih bînin.

DAGIRKERIYA LI SER ROJAVA

Endama Kongra Star Bêrîvan Mihemed jî panela sêyemîn bi sernavê “Dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê” li dar xist. Bêrîvan diyar kir şerê li Rojava li hember hemû ew sîstem û zihniyetên ku dixwestin Kurdan tine bikin bû û got: “Tirkiyeyê jî xwest bi êrîşên li ser Rojava destkeftiyên me tine bikin, lê nekarîn bigihijin armancên xwe. Heta dagirkerî li ser Kurdistanê hebe, em ê serê xwe netewînin, weke gelê Kurd û jin em ê bi serbilindî têbikoşin.”

Panela dawî ya bi sernavê ‘Qirkirina Kurdann ji aliyê dagirkeran ve’ ji aliyê dayê Amîna ya ji Rojhilatê Kurdistanê ve hate dayîn. Dayê Amîna ji desthilata Herêma Kurdistanê xwest, li dijî êrîşên Tirkiye û Îranê raweste û got: “Divê em yekîtiya xwe pêk bînin, ji bo em pêşî li rijandina xwîna zarokên xwe bigirin.”

Di dawiya hemû panelan de dayîkan derbarê rêyên çareseriyê û rola dayîkan de axivîn û komxebat bi dawî bû.