Li Meksîkayê her roj deh jin û zarokên keç têne kuştin

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Meksîkayê her roj deh jin û zarokên keç têne kuştin. Rayedar kuştina jinan weke pirsgirêkekê nabînin.

Rapora ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî doh weşand, hem asta şîdetê hem jî xemsariya rayedarên Meksîkayê ya ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan bi rengekî şênber radixe pêş çavan.

Di raporê de ya bi navê Justice on Trial hate gotin, "Meksîka ji bo ewlekirina mafê jiyanê yê mexdûran û pêşîgirtina li tundiya li dijî jinê hîn jî neserketî ye."

Di raporê de hate gotin, "Neserketîbûna li ser mijara pêşîgirtina li kuştina jinê parçeyek ji rastiya giştî ya li Meksîkayê ye."

Li Meksîkayê sala 2020'î 3 hezar û 723 jin hatin kuştin. Tenê 940 ji van kuştinên jinan hate lêpirsîn.