Koçyîgît: Em neçar in vê hikumetê têk bibin, faşîzmê hilweşînin

Wekîla HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku rêbaza rêveberiyê ya AKP'ê şer e û got, "Divê em jin, vê amûra şer ji destê hikumetê werbigire. Rêya vê jî hilweşandina faşîzmê ye."

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku hedefa destpêkê ya desthilatdarên faşîst hemûyan jin e û li Tirkiyeyê jî hedefa sereke ya desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê jinên Kurd e. Koçyîgît anî ziman ku siyaseta şer a desthilatdariyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li civakê, bi taybetî jî li jinên Kurd tê ferzkirin û bi bîr xist ku pêvajoya çareseriyê ya ku bi banga Ocalan dest pê kir, ji bo demekê jî be hîn bi ewle bû.

Koçyîgît diyar kir ku rejîmên despotîk hemû destpêkê êrişî azadiya jinan dikin û got, "Di şer de jî ev bi vî rengî ye. Dema ku em bala xwe didin ser cografyayên dagirkirî, dibîne ku li wê derê h edefa destpêkê ya hêzên dagirker jin e. Destavêtin, destdirêjî, kolekirin, desteserkirina mafan, dervehiştina li jiyana civakî, her cûre kiryarên xerab û sûcên şer li dijî jin û zarokan tên kirin. Ji ber ku weke beşa herî qels a civakê tên dîtin. Desthilatdariyên heyî polîtîkayên têkildarî jinan weke nîşandana hêza xwe, weke rêbazek ji bo çareserkirina krîza mêr dibînin. Li Tirkiyeyê jî heman rewş heye."

SIYASETA ŞER TUNDIYA CIVAKÎ MEZIN DIKE

Koçyîgît 'pêvajoya çareseriyê' ya ku sala 2013'an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir bi bîr xis tû got, "Şer bandorê li jiyana me ya rojane dike. Ev mesele bandora herî zêde li jinan dike, lê dîsa jî bandora herî giran li jin û zarokên Kurd dike. Şer ew tişt e ku tundiya civakî mezin dike... Bêguman hin mijarên ku vê yekê xwedî dikin hene; xizanî, krîza aborî û hwd. Lê belê sedema herî bingehîn jî tundî, şer e. Ji ber ku dewletê tundî û şer weke rêbazekê tercîh kiriye, ev yek bandorê li civakê jî dike. Civak ya dibe parçeyek ji vî şerî yan jî hewl dide pirsgirêkên xwe bi rêya tundiyê çareser bike.

Di pêvajoya çareseriyê de fikrên Abdullah Ocalan ên li ser aştiyê û têkoşîna azadiya jinê, 10 xalên li Mutabaqata Dolmabahçeyê nîşanî me da ku pêwîstiya me bi pêvajoyeke çawa heye. Her wiha destnîşan kir ku ne tenê jinên Kurd, gel û jinên li Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn pêwîstiya xwe bi vê yekê heye. Ji ber vê yekê jinan bi rengekî cidî piştgirî dan van nêrînan. Meclîsa Azadiya Jinê ava bû, konferansa xwe li dar xist. Jinan diyar kirin ku dixwazin tevlî pêvajoya aştiyê bibin. Ji ber vê yekê em di pêvajoya aştiyê de kêfxweş bûn. Li gorî îro, wê demê rewş hinekî din ewle bû.

Ne tenê jin, her wiha civak bi temamî bi hêvî bû. Dema ku em îro dinirxîne, dibînin ku AKP'ê ev hemû ji holê rakiriye û rizandin, dejenerebûn û enqazekî mezin daniye şûna vê yekê. Hewl tê dayin ku civak di binê vê enqazê de bênefes bê hiştin. Eger hîn civak dikare nefesê bigire sedema sereke ya vê yekê jî têkoşîna azadiya jinê ye."

TECRÎD ASTENGIYA LI PÊŞIYA AŞTIYÊ YE

Koçyîgît destnîşan kir ku bi qasî nan û avê pêwîstiya jinan bi aştiyê heye û wiha dewam kir: "Her roj gef li jiyana me tê xwarin, mafên me têne talankirin. Desthilatdarî hewl dide dest deyne ser mafên me yên herî ji rêzê. Desthilatdarî ji şer hêzê werdigire. AKP'ê şer ji xwe re kiriye şêweyekî rêveberiyê. Em jin divê vê amûra şer ji destê hikumetê, desthilatdariyê werbigirin. Rêya bingehîn a vê yekê jî hilweşandina faşîzmê ye. Yekane rêya aştiyê têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ye. Eger em aştiyê dixwazin, divê em jin têkoşîna li dijî AKP-MHP'ê xurtir bikin. Em zanin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd astengiya herî mezin a li pêşiya vê yekê ye.

Yekane rêya bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî hilweşandina vê faşîzmê ye. Eger em dixwazin bi rastî jî rêya aştî û azadiya Abdullah Ocalan vekin; wê demê divê em têkoşîneke xurt li dijî vê faşîzmê bimeşînin. Heta ku ev hikumet hebe wê pirsgirêkên li girtîgehan çareser nebe, wê tecrîd bi dawî nebe, em van baş zanin. Li her derê heta ku ji me tê divê em têbikoşin. Pêvjaoya li pêşiya me ji bo jinan pêvajoyeke diyarker e. Ya wê faşîzm bêhtir mayinde bibe yan jî em jin em ê hîn bêhtir têbikoşin.

Em neçar in ku vê hikumetê têk bibin, faşîzmê hilweşînin. Em ê xwe bi rêxistin bikin, xweparastinê xurtir bikin. Parastina me ya herî mezin rêxistiniya me ye. Em jin bi reng û dengê xwe yê cuda li qadan em ê bi hev re bin. Hêza bingehîn a ku faşîzmê hildiweşîne em jin bin."