TJA’yê li Stenbolê çalakiyek li dar xist

Li Stenbolê jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) kom bûn û bang kirin “Bila jinan bitirsin, ji ber ku dem dema azadiyê ye.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma, "Li dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin" li Parka Aşik Veysel a Sûltan Gaziyê bi jinan re hevdîtin kir. Endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê, Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlementera Amedê Semra Guzel, parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay,  Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, Endamên Komeleya Dema Jinê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tevli bûn. 

Parka ku pankarta bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan ber bi azadiyê ve dimeşin"  hat vekirin polîsan dorpêç kir û di hevdtîinê de dirûşmên "Bijî Berxwedana zindanan", " Tecrîdê bi dawî bikin", "Em Kurd in" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û govend hat gerandin. 

Aktîvîsta TJA'yê Zekiye Îlbasan berî daxuyaniyê axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Zekiye wiha got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi awayê dijhiqûqî didome û pê re têkilî nikare bê danîn. Bila tecrîd demildest bê bidawîkirin."

 Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî got, "Em jiyaneke bi hev re û aştiyane dixwazin daxwaza jinan ev û jin û pergala wan bi edalet in. Şer encama îqtîdara mêr e."

 Parlamenter Semra Guzel jî hemû jinên li parkê silav kir û diyar kir ku bi salan e li dijî zîhniyeta mêr li kolanan têdikoşin

Piştî axaftina aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica, daxuyanî xwend û got, "Di serî de jinên Efgan em hemû jinên li dijî pergala serdest a mêr ku têkoşînê didin silav dikin."

Sarica diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê ku hatiye destpêkirin aktorên wî şerî AKP -MHP'ye û bi vî şerî dixwazin îqîtdara xwe li ser piyan bihêlin. Sarica got, “Lê jinan li Efganistanê li dijî Talîbanê, li Rojava li dijî DAÎŞ'ê û wê li vir jî li dijî pergala serdest a mêr dewletê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. Wê wê jin bi ser kevin."