Rêxistinên jinan li ber dagirkeriyê rabûn

Tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 21'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek dan û li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn.

Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 41'ê ya Roja Aştiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de behsa alozî û şerê domdar ê ku barê piraniya dewletên Rojhilata Navîn zêde kirine, hat kirin, nexasim Sûriyeyê ji ber tercîha leşkerî ya hikumeta Şamê û bikaranîna tundiyê ji aliyê çeteyan ve, ji deh salan ve di şer de ye.

Hat diyarkirin ku ji ber mudaxeleya hêzên herêmî rewşa li welatên nakok girantir bûye ku di encamê de bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî gelek herêmên Sûriyeyê mîna Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab û Idlibê dagir kirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi bi kiryarên hovane yên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî hat kirin û ev yek hate gotin: "Bi armanca qirkirina nasnameya resen a herêmên dagirkirî, dagirkeran demografiya herêman guhert, şêniyên resen dan koçbekirin û li şûna wan kesên ji deverên din bi cih kirin. Dar birîn, daristan şewitandin û şûnwar talan kirin."

Tevgerên jinan ên ku daxuyanî dane, ev in: Meclisa Jinan a Bakur û Rojilatê Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê, Kongreya Star, Yekitiya Jinên Suryan, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên PYD`ê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jinan a MSD`ê, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê, Komîteya Jinan a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan.