Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Aktîvîstên Efgan li pêşiya Wezareta Jinê ya hate girtin bûn

Komek ji jinên Efgan, li pêşiya Wezareta Karên Jinê li hev civiyan, ku doh ji aliyê Talîbanê ve wezaret hate kirin. Jinan desthilatdariya Talîbanê şermezar kirin.

Li paytexta Efganistan Kabûlê bi dehan jin li hev kom bûn û kiryara Talîbanê şermezar kirin ku Wezareta Karên Jinê girt û li şûna wê 'Wezareta Pêşgîrtina li Nebaşî û Teşwîqkirina Fazîletê' ava kir.

Tabelaya li derveyî Wezareta Karên Jinê doh hate rakirin û li şûna wê tabelaya 'Wezareta Pêşîgirtina li Nebaşê û Teşwîqa Fazîletê" hate danîn.

Çalakgeran xwestin ku Wezareta Karên Jinê ji nû ve bê çalakkirin û gotin, "Jiholêrakirina jinê tê wateya jiholêrakirina mirovan."

Yek ji çalakgeran got, "Bêdengkirina jinên Efgan, astengkirina çûyîna dibistanê wê nikaribe jinan bitepisîne. Jinên li Efganistanê ne yên mîna beriya 26 salan e."