Dayikên Aştiyê li Silêmaniyeyê civiyan

Dayikên Aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdsitanê civiyan.

Dayikên Aştiyê li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker, li bajarê Silêmaniyeyê li hev civiyan.

Yekemcar ji çar parçeyên Kurdistanê Dayikên Aştiyê civîneke bi vî rengî berfireh li dar dixin.

Panela destpêkê ya vê kombûnê bi sernavê "Em bi hev re aştiyê pêk bînin" hate lidarxistin.

Di civînê de wê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bên nîqaşkirin. Bi taybetî wê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê bê nirxandin.

Dayikên AŞtiyê wê rê û rêbazên têkoşîna li dijî dagirkeriyê û çareseriyê nîqaş bikin.