JIN
Hemû Nûçe
-
Li cihê ku keça xwe winda kir, daxwaza edaletê dike
Du sal in agahî ji xwendekara zanîngehê ya li Dersimê Gulistan Dokû nayê wergirtin. Dayika dilşewat li cihê ku keça wê winda bû daxwaza edaletê dike. -
Sembola berxwedana şoreşa jinê: Sakîne Cansiz
Çiya bi çiya geriya Sakîne Cansiz ango Sara… Şervantî, fermandarî, mamostetî û hevaltî kir. Nav û sembola berxwedana şoreşgera jin a Dersimê ya ku li hemberî dijminê xwe serbilind rawestiye. -
Çalakiyên şermezarkirina komkujiya Parîsê didome - NÛ Bû
Endamên Meclisa Jin a Sêvê bi armanca şermezarkirina qetlîam Parîsê çelengek reş li ber Sefaretxaneya Fransayê ya li Kopenhagê danîn, li bajarê Kassel a Elmanyayê jî mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Parîsê ji bo sê jinên şoreşger meşek hate kirin
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo sê jinên şoreşger ên di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, meşa ji bo edaletê hate kirin. -
Kongreya Star-Ewropa: Em ê herdem şopdarê xeta Sakîneyan bin
Kongreya Star-Ewropa bi wesîleya komkujiya Parîsê diyar kir ew ê herdem şopdarê xeta Sakîneyan û li ser xeta aştî û jiyana azad bin. -
Li Londrayê li pêşiya konsolosxaneya Fransayê qetlîama Parîsê hate şermezarkirin
Li Londrayê jin li pêşiya konsolosxaneya Fransayê kom bûn û qetlîama Parîsê şermezar kirin. Jinan çelengeke reş danîn pêşiya konsolosxaneyê. -
KJAR: Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşin
KJAR’ê li dijî polîtîkayên Îranê yên qetilkirina jinan û jîngehê bi dirûşmeya “Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşin” kampanya da destpêkirin û got; “Li dijî hişmendiya dixwaze jin û jîngehê tune bike, em têbikoşin.” -
Siyasetmedarên jin ên li sirgunê: Divê Tûglûk û girtiyên nexweş bên berdan!
Siyasetmedarên jin ên li sirgunê diyar kirin nexweşiya Aysel Tûglûk giran bûye û gotin “Divê Tûglûk jî di nav de hemû girtiyên nexweş bên berdan.” -
Sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, li Mexmûrê hatin bîranîn
Sê jinên şoreşger ên Kurd ên sala 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, li Kampa Penaberan a Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê hatin bîranîn. -
Di sala 2021’an de 280 jin hatin qetilkirin û 217 jin jî mirinên bi guman
Li gorî bîlançoya CDKP’ê di sala 2021’an de 280 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 217 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. -
SKB: 8'ê Çile em ê li Parîsê bin
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) ji bo tevlêbûna li meşa Komkujiya Parîsê ya 8'ê Çile kir. -
Jinên Kurd ên hatin qetilkirin, hatin bîranîn
Siyasetmedarên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Mêrdînê ji aliyê TJA û HDP'ê ve hatin bîranîn. -
Viyan Soran: Em şervanên şehîd Sara ne
Gerîlaya YJA Starê Viyan Soran diyar kir ku weke şervanên Şehîd Sara di her gavê de wê têkoşîna wê dewam bikin û got, "Hevala Sara rastiyeke welê ya jiyanê afirand ku kes nikare tune bike." -
Zenobiya dixwaze li tevahiya Sûriyeyê xwe bi rêxistin bike
Yekîtiya Jinê ya Zenobiya, niha li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê ji bo birêxistinkirina jinan dixebite. Armanca xwe ew e ku karên xwe li tevahiya Sûriyeyê belav bike. -
DAKP: Divê di serî de Aysel Tûglû û hemû girtiyên nexweş werin berdan
DAKP'ê destnîşan kir ku di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî terkî mirinê hatiye kirin û got: "Em ê li dijî hişmendiya bûye sedema mirina Garîbe Gezerê dest ji têkoşîna xwe bernedin." -
TJK-E'yê ji bo çalakiyên 5-9'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir
TJK-E'yê plansaziya çalakiyan a ji bo şehîdên Parîsê bên lidarxistin eşkere kir û got, "Dem dema hesabpirsîna ji kiryaran e. Em ê li qadan bin." -
Mûnzûr: Em li dora şehîdên Parîsê bibin yek
Endama TJK-E’yê Nûpel Mûnzûr diyar kir Parîs di serî de li Ewropayê amadekarî tên kirin û got “Em bang li hemû kesan dikin ku em hesap ji kujeran bipirsin û li dora şehîdên Parîsê bibin yek.” -
Sakîne Cansiz: Tevlîbûna her jinê, şoreşek e
Sakîne Cansiz bal kişand ser girîngiya rêxistiniyê ji bo jinên Rojhilatî û got, "Rejîma li wê derê ol kir siyasî, netewetî jî kir dewlet. Li dijî wê sîstema ku azadî ji jinê dizî, tevlîbûna her jinê ya li nava refên têkoşînê wê bibe bersiva herî mezin." -
Newaya Jin giranî da ser Komkujiyên Siyasî yên li dijî Jinan û Sakîne Cansiz
Hejmara Çileya 2022'an a Newaya Jin ku bi mijara komkujiyên siyasî yên li dijî jinê hatiye amadekirin, giraniyê dide ser Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê û Komkujiya Silopiyayê ya 4'ê Çileyê. -
Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
Li navçeya Nisêbînê, jina bi navê Safiye Ok bi awayekî biguman jinaya xwe ji dest da. -
'Jin êdî li her derê pêşeng e'
Gulistan Gulo ku hîn 9 salî bû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, niha li xaka ku lê ji dayik bûye pêşengiyê ji têkoşîna jinê re dike. -
'ATK ji niha û pê ve nabe ku bibe yekane cihê biryardanê'
Parêzer Veysî Eskî biryara Saziya Tipa Edlî rexne kir ku li gel rapora têkildarî Aysel Tûglûk jî xwest ku li girtîgehê bimîne. Veysî Eskî destnîşan kir ku ATK ji niha û pê ve nabe bibe yekane cihê biryardanê. -
Başaran: Di sala 2022'an de em ê têkoşîna jinê mezin bikin
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku têkoşîna hevpar a jinan êdî pêwîstiyeke û got, "2022 wê bibe saleke welê ku em ê têkoşîna hevpar mezin bikin." -
Malbata Gulistan Dokû çalakiya rûniştinê da destpêkirin
Malbata Gulistan Dokû ku ji aqubeta wê agahî negirtin li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. -
TJA: Ev sal bibe sala serkeftinê
TJA'yê di peyama xwe ya sala nû de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Hikûmet dixwazin gel, kevneşopiya civakî ya 14 hezar salî ji bîr bikin."