KJAR: Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşin

KJAR’ê li dijî polîtîkayên Îranê yên qetilkirina jinan û jîngehê bi dirûşmeya “Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşin” kampanya da destpêkirin û got; “Li dijî hişmendiya dixwaze jin û jîngehê tune bike, em têbikoşin.”

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyek li dijî kuştina jin û jîngehê kampanyayek da destpêkirin. Di daxuyaniya KJAR’ê de hat gotin, “Sala 2021’an ji bo jinan û jîngehê salek gelek dijwar bû. Hem jin hem jîngeh ketin ber êrişên desthilat û dagirkeran. Ev êriş li Kurdistanê hem di asta desthilatê hem jî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bi awayekî sîstematîk tên meşandin.”

Di beşek din a daxuyaniya KJAR’ê de hat diyarkirin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rojane jin tên kuştin, daristan tên şewitandin û pêşiya robarên avê tên girtin. Hat gotin ji ber van kiryarên rejimê karesatên mezin ên xwezayî û mirovî çêbûne. Her wiha hat diyarkirin sala borî hem li Rojhilatê Kurdistan, Belûcistan, Loristan û gelek deverên din ên cuda yên Îranê kuştinên jinan û xerakirina jîngehê bi rêjeyek berbiçav zêde bûye.

Di dawiya daxuyaniya KJAR’ê de hat gotin: “Em kampanyek bi dirûşma ‘Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşîn’ radigihînin. Çi erkek bikeve ser milê me em amade ne, bi cih bînin. Bi vê mebestê em bang li gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jinan dikin, tevlîbûnek xurt ji vê kampanyê re bikin û li dijî hişmendiya dixwaze jin û jîngehê tune bike, em têbikoşin.”