Kongreya Star-Ewropa: Em ê herdem şopdarê xeta Sakîneyan bin

Kongreya Star-Ewropa bi wesîleya komkujiya Parîsê diyar kir ew ê herdem şopdarê xeta Sakîneyan û li ser xeta aştî û jiyana azad bin.

Kongreya Star-Ewropa bi wesîleya komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 9’ê Çileya  2013’an de, dema ku êdî hêviyên aştiyê geş dibûn li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye komkujiyek pêk hat. Di vê komkujiyê de jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bûbûn.

Fîşeken li ser her sê jinên azad teqiyaye bi qasî li dijî jinên Kurd li dijî jinên aştîxwaz û azadîxwaz jî hatiye teqandin.

Komkujiya Parîsê ji bo astengkirina çareserkirina doza Kurdan bû û komkujiyê dihat xwestin komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were domandin.  Ev komkujî bi piştevanî û hevkariya hêzên navneteweyî hate pêkanîn.

Li ser vê komkujiyê lêpirsîn hatibe destpêkirin jî heta niha kujerê rastîn ango MÎT’a Tirk nehatiye eşkerekirin û darizandin.

Em  jinên Kongra Star- Ewropa diyar dikin ku em ê herdem şopdarê xeta Sakîneyan bin û em ê li ser xeta aştî û jiyana azad bin.

Di salvegera komkujiya Parîsê de em her sê jinên têkoşer Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin û vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku wekî her sal dakevin qadan û daxwaza xwe ya ji bo kujer werin darizandin xurttir bikin.”