Sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, li Mexmûrê hatin bîranîn

Sê jinên şoreşger ên Kurd ên sala 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, li Kampa Penaberan a Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê hatin bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ber salvegera 9'emîn a Komkujiya Parîsê, ku sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, merasîmek hat li dar xistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî û soza pêkanîna xeyalên her sê jinên Kurd ên Şoreşger dubare kir.

Fadîle di destpêkaa axaftina xwe de qala sala nû kir û da zanîn ku di her sala nû de hêvî û xeyalên wan ên ji bo azadiyê hîn zêdetir şîn dibe û got: “Em Şehîd Sêvê, Pakîze, Fatma û tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin. Şehîdên me rûmet, vîn û rastiya me ne. Şahadeta heval Sara û herdu hevalên wê, ji bo me pir giran bû. Şehîd Sara bi koma destpêkê re hêvî ji bo gelê Kurd avakir û niha em bi saya şehîdên mîna Sarayan li ser linganin. Jina şoreşger û pêşengê tevahî jinên azadîxwaz, Şehîd Sara bû. Em çiqas bêjin jî, em nikarin rastî û têkoşîna her sê jinên Kurd bînin ser ziman. Tenê mirov berxwedana Şehîd Sara ya li girtîgeha Amedê temaşe bike, wê mirov sekin û berxwedana Şehîd Sara nas bike. Li dijî her cure êrîş, qirkirin û asîmîlasyonê berxweda û bû jina azad. Şehîd Sara bû hêviya jinên bindest. Em bi vê boneyê her sê jinên Kurd ên Şoreşger bibîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin. Em soza pêkanîn xeyalên her sê şehîdan dûbare dikin. Wê rê û doza me serbikeve.

Piştî axaftina Fadîle Tok, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna ser sê jinên Kurd ên Şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla hat temaşekirin û merasîma bîranînê bi diruşmeyên ‘Şehîd namirin, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bimre xiyanet’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.