Siyasetmedarên jin ên li sirgunê: Divê Tûglûk û girtiyên nexweş bên berdan!

Siyasetmedarên jin ên li sirgunê diyar kirin nexweşiya Aysel Tûglûk giran bûye û gotin “Divê Tûglûk jî di nav de hemû girtiyên nexweş bên berdan.”

Parlementerên berê yên ku hevalên Aysel Tûglûk bûn daxuyaniyeke nivîskî weşandin, Tûglûk jî tê de xwestin girtiyên nexweş bên berdan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li Tirkiyeyê li 384 girtîgehan nêzî 300 hezar girtî hene û herî kêm 1605 girtiyên nexweşiyên wan giran hene. Ji ber sedemên siyasî girtiyên nexweş nayên berdan û terkî mirinê tên kirin. Yek ji van kesan jî Aysel Tûglûk e.

Tûglûk Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk kiriye û du serdeman parlementerî kiriye. Ew siyasetmedar û parêzvaneke mafên mirovan e. Dema ku parlementer bû ji ber daxuyanî û axaftinan 10 sal ceza lê hate birîn û 5 sal in li Girtîgeha Kandirayê ye. Tûglûk ji 2 salan zêdetir e bi nexweşiya demnasê ketiye û bi saya alîkariya hevalên xwe yên li girtîgehê dikare jiyana xwe bidomîne. Beşa Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ daye Tûglûk lê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê bi nêzikatiyeke siyasî rapora ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ daye Tûglûk û bi vê re nexweşiya Tûglûk roj bi roj giran dibe.

Ji bo ku Tûglûk were berdan û tedawiya wê were kirin me têkilî bi saziyên çapemenî û medyayê, parlementerên Ewropî, saziyên mafên mirovan, rêxistinên tendirustiyê, CPT, parlementoya Ewropayê, rêxistinên jinan danî û bang a hevgirtinê kir.

Heta ku Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan em ê xebatê bidomînin.

LÎSTEYA JINÊN KU ÎMZE DANE DAXUYANIYÊ

Parlementerên berê yên HDP’ê Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Fîlîz Koçalî, Yûrdûsev Ozsokmenler, Dîlek Ocalan, Nûrsel Aydogan, Saadet Becerîklî, Sîbel Yîgîtalp, Bedîa Ozgokçe, Tûgba Hezer, Besîme Konca û hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret. “