'ATK ji niha û pê ve nabe ku bibe yekane cihê biryardanê'

Parêzer Veysî Eskî biryara Saziya Tipa Edlî rexne kir ku li gel rapora têkildarî Aysel Tûglûk jî xwest ku li girtîgehê bimîne. Veysî Eskî destnîşan kir ku ATK ji niha û pê ve nabe bibe yekane cihê biryardanê.

Li gorî rapora ku ji aliyê 9 doktorên pispor ên li Serokatiya Beşa Zanistiya Bingehîn a Tipa Edlî ya Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê ve hate amadekirin, Aysel Tûglûk nexweşa demansê ye û nikare li nexweşxaneyê bê hiştin. Tevî vê raporê jî Saziya Tipa Edlî (ATK) nahêle Tûglûk bê berdan.

Ji parêzerên Aysel Tûglûk Veysî Eskî li ser rewşa muwekîla xwe ya ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dîlgirtî ye, ji ANF'ê re axivî.

Eskî ragihand ku Aysel Tûglûk ji ber êrişa li ser cenazeyê dayika xwe Hatûn Tûglûk gelekî xemgîn bû û dema ku ev êş bi şert û mercên girtîgehê re gihîşt hev, hingî bi nexxweşeiyeke wiha ket û got, "Rewşa wê roj bi roj girantir bû. Naxweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê ku mûayeneya Aysel Tûglûk kir, piştî kontrolên dûr û dirêj rapor da û diyar kir ku nabe li girtîgehê bê hiştin. ATK a Stenbolê biryarek berevajî rapora vê heyetê da û rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da. Vê raporê nîşan da ku sazî çiqasî siyasî bûye. Ji ber ku Aysel Tûglûk nedixwest bi rewşa xwe ya tenduristiyê bikeve rojevê, weke parêzerên wê demeke dirêj me ev mijar bi raya giştî re parve nekir. Lê belê nexweşeke welê ye ku karên xwe yên şexsî jî nikare bi serê xwe bike. Têkildarî Aysel Tûglûk pêvajoyeke nû ya raporê hate destpêkirin. Lê belê rêveberiya girtîgehê ji ber ku demeek dirêj piştî vegera ji nexweşxaneyê ew di hucreyê de bi tena serê xwe hişt, demeke dirêj derbas bû. Aysel Tûglûk niha bi du hevalên xwe dimîne û pêvajoyeke raporê ji nû ve hate destpêkirin. Bi dîtina me doktorên ATK'ê li gorî exlaqê pîşeyê doktoriyê tevnagerin. Di vê mijarê de weke parêzerên Aysel Tûglûk em ê serlêdanên pêwîst bikin."

DIVÊ BARO Û TABÎP JI XWE RE BIKIN MESELEYEKE SEREKE

Parêzer Eskî destnîşan kir ku Saziya Tipa Edlî ji bo girtiyên nexweş bûye êşkence û got, "ATK ji bo girtiyên nexweş bû cihê herî tarî yê korîdora mirinê. Bi dîtina min divê bala raya giştî li ser vê mijarê be. Baro û yekîtiya baroyan, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) divê vê yekê bikin rojeva xwe ya sereke.

Weke saziyên maf, ji bo meseleya ATK'ê bi rengekî cidî nîqaş bikin em li hev civiyan. Lewma raporên ATK wê bêne wergerandin û bi saizyên navneteweyî re bêne parvekirin û bê nîşandan ku ATK saziyeke bêalî nîne. Ji niha û pê ve nayê qebûlkirin ku ATK têkildarî girtiyên nexweş bibe yekane cihê biryardanê. Em di wê baweriyê de ne ku TTB wê di vê pêvajoyê de bikeve dewrê û bi rêya doktorên serbixwe van raporan kontrol bike."