Malbata Gulistan Dokû çalakiya rûniştinê da destpêkirin

Malbata Gulistan Dokû ku ji aqubeta wê agahî negirtin li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Malbata xwendekara refa duyemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve li Dêrsimê agahî jê nayê girtin, ji bo ku zaroka wan were peydakirin li ber Edliyeya Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kirin..

Malbata Dokû ya ku li Amedê dijîn, îro beriya salvegera windakirina zarokê xwe hatin bajêr. Bav Halît Dokû, dayika Bedriye Dokû û xwişka wê Aygul Dokû di çalakiya rûniştinê ya li ber Edliyeya Dêrsimê de destpê kirin de aqûbeta Gulîstan pirsîn.

Endamên malbatê ji ber ku rayedaran ji bo dîtina Gulîstan lêpirsîneke bi bandor nekirin bertek nîşanî Wezareta Dadê dan. Malbata Dokû got, “Eger Gulîstan sax be bînin, ger hatibe kuştin jî hestiyên wê bidin. Divê gumanbarê sereke yê windakirina Gulîstanê Zaînal Abarakov jî bê darizandin."

Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî piştgirî dan malbatên ku li ber edliyeyê dest bi çalakiyê kirinî.