Li Parîsê ji bo sê jinên şoreşger meşek hate kirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo sê jinên şoreşger ên di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, meşa ji bo edaletê hate kirin.

Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Ji bo her sê jinên şoreşger bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) meşek hate kirin.

 Gelê Kurd û dostên xwe li pêşiya Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk a Parîsê bi pankarta ‘Heta ku edalet di tariyê de be Fransa sûcdar e’ saet di 12.15’an de dest bi meşê kirin. Meş heta Buroya Enformasyonê hate kirin ya ku komkujî lê hatibû kirin. Sekretera Giştî ya Partiya Komunîst a Fransayê û namzeta serokkomariyê Fabîen Roûssel, Alîkara Şaredariya Parîsê Helene Bîdard û encumenên şaredariya Parîsê ya 10’emîn jî tevlî meşê bûn.

Çalakvanan qerenfîlên di destê xwe de danîn qada taybet a li pêşiya buroyê.  Li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, TJK-E, KCDK-E û CDK-F kulîlk hatin danîn.

Metîn Cansiz ê ku birayê Sakîne Cansiz e li ser navê malbatên her sê jinên şoreşger axivî û got “Di vê meşa edaletê de ez Kurdistaniyan û hemû dostên ku em bi tenê nehiştin, silav dikin. Heta ku kujer werin darizandin wê têkoşîna me bidome.”

Endama TJK-E’yê Zeynep Dêrsim jî diyar kir ji roja pêşîn ve kujer eşkere ne û heta ku kujer werin darizandin wê têkoşînê bidomînin.

Sekretera Giştî ya Partiya Komunîst a Fransayê û namzeta serokkomariyê Fabîen Roûssel jî bi bîranîna her sê şoreşgerên jin dest bi axaftinê kir û got “Divê Fransa edaletê pêk bîne. Ev peywira Fransayê ye ku li hemberî gelê Kurd ên ku li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe didin. Partiya me bi gelê Kurd û têkoşîna edaletê re ye.

Li ser navê Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê jî Mûrat Ceylan axivî. Ceylan bi şermezarkirina dîktatoriya faşîst û bêdengiya Fransayê dest bi axaftina xwe kir û got “Bi vê komkujiyê re hedef xeta jinên Kurd ên azad û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Heta ku Fransa vê qetlîamê ronî neke, ew jî sûcdar e.”