SKB: 8'ê Çile em ê li Parîsê bin

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) ji bo tevlêbûna li meşa Komkujiya Parîsê ya 8'ê Çile kir.

SKB-Ewropayê daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir 9'ê Çile ya sala 2013'an bi hevkarî û bazarên gemarî ya dewleta Tirk û Fransayê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez rolinîvro li naverasta Parîsê bi suîkastê hatine qetilkirin.

SKB-Ewropayê banga tevlêbûna li meşa ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê kir û got, ''Di sala 8'an de ji bo kujerên rastîn ên komkujiya Parîsê werin aşkerekirin û dadmendî bi cih were, ji bo ku pêşî li kuştinên nû yên siyasî yên li Ewropayê were girtin, ji bo helwesta dijî dîktatoriya qesrê û êrîşên yekreng, em jinên Tirkiyeyî û Kurdistanî 8'ê Çile em ê li Parîsê bin.''