Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ de Kurdistanî û dostên wan li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Malmoyê meş û mîtîng li dar xistin.
STOCKHOLM
Çalakgerên li meydana Norrabantorget a paytext Stockholmê li hev civiyan, alên ku wêneyên Rêber Apo li ser û alên PKK'ê hilgirtin.
Çalakiya ku bi pêşengiya NÇDK-Swîsre û Meclîsa Jinan a Amarayê pêk hat, tevî hewaya sar jî bi tevlîbûneke xurt ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de silavkirina Rêber Apo ya bi biraziyê xwe Omer Ocalan re bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin; timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin.
Hunermend Serhado di axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Apo û berxwedana gerîla tecrîdê lawaz kir û piştre sirûda "Lêxe Gerîla Lêxe" got.
‘PLANÊN TASFIYEYÊ BI BERXWEDANÊ HATIN ASTENGKIRIN’
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal piştre mafê axaftinê girt, hevdîtina bi biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan re li Îmraliyê pêk anî bi bîr xist. Kartal amaje bi vê yekê kir ku tecrîd nehatiye şikandin û got, "Tevî her tiştî jî agahîgirtina ji Rêber Apo girîng e." Kartal da zanîn ku tecrîd didome, lê hevdîtin bi saya berxwedana gel pêk hatiye. Kartal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê hemû hêza xwe bi kar anî û destnîşan kir ku planên tasfiyeyê bi berxwedanê hatin astengkirin.
Remzî Kartal bal kişand ser Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e, Remzî Kartal destnîşan kir ku Kurd di Şerê Cîhanê yê Yekem de ne amade bûn, lê rêxistinyina Kurdan di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dewleta Tirk tirsand. Kartal anî ziman ku dibe ku helwesta dewleta Tirk a xapandinê be û bi bîr xist ku bi hinceta cezayê dîsîplînê îro bi hevdîtina malbatê re qedexe kirin.
'EM PIR NÊZÎ SERKEFTINÊ NE'
Kartal bal kişand ser serpêhatî û ezmûna Tevgera Azadiyê û got, "Tevgera azadiyê nayê xapandin." Di dawiyê de Kartal da zanîn ku Kurd gelekî nêzî serkeftinê bûne û banga mezinkirina têkoşînê kir.
Piştî axaftinan girse li kolanên herî qelebalix ên Stockholmê bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Gelê Stockholmê eleqeyeke mezin nîşanî meşê dan, ciwanan broşur belav kirin û der barê tecrîdê de agahî hatin dayîn. Piştî meşa 3 kîlometreyî girse gihîşte ber meclîsê.
Li vir li ser navê Serokê Şaxa Ciwanan a Partiya Çep Dûrî Korsman, ji Komîteya Rojava Nîsse, ji Partiya Komunîst a Şoreşger Walter û Anarşîstên Afganî-Îranî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava û fikrên Rêber Apo çiqasî girîng in û peyamên azadiyê ji bo Rêber Apo hatin dayîn.
MALMO
Bi dehan Kurdistanî ji bo evlî mîtînga ji bo azadiya Rêber Apo li Malmoyê bibin li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Herlev ê Danîmarkayê li hev civiyan û ber bi Malmoyê ve derketin rê.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtînga ku li Malmoyê hat lidarxistin bûn.
Di mîtîngê de gelek axaftin hatin kirin. Çend xalên ji axaftinan wiha ne:
“Rêber Apo tekane mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd û kaosa li Rojhilata Navîn e. Divê her kes li Kurdistan û Rojhilata Navîn li hemberî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya xwe bi cih bîne. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de her kesê ku ji xwe re dibêje Kurd, mirov, demokrat û sosyalîst tê darizandin.”
“Rêber Apo ku li girava Îmraliyê dîl tê girtin, tevî hemû pêkanînên dijmirovî û êşkenceyên psîkolojîk ên dewleta Tirk a faşîst, perspektîfên çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêşî gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Kurdistanê dike. Parastina Rêber Apo parastina mirovahiyê ye. Parastina Rêber Apo parastina xwe, parastina şehîdan û parastina hemû nirxên afirandinê ye. Divê her kes ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji holê rakirina kaosa Rojhilata Navîn berpirsyariyê bigire ser milê xwe.”
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên beşdarî mîtîngê bûn bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ji Serok Apo re azadî, ji Kurdistan re statu", "Bijî tekoşîna gelê Kurd" û "Bimre Fasîzma AKP-MHP'ê" berz kirin.