Di sala 2021’an de 280 jin hatin qetilkirin û 217 jin jî mirinên bi guman

Li gorî bîlançoya CDKP’ê di sala 2021’an de 280 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 217 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya 2021’an eşkere kir. Li gorî raporê di sala 2021‘an de 280 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 2017 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

Ji 280 jinên hatin qetilkirin, 33 jinan serî li polîs û dozgeriyê daye û gilî kirine.

Li gorî raporê, “Rexmê 33 jinan serî li rayedaran da û ji bo ku rayedaran peywîra xwe bi cih neanîn ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Em nizanin ku der barê çend kesan de lêpirsin hate vekirin ên ku bûne sedema qetilkirin jinan. Ligel giliyên jinan jî rayedaran jin neparastin û xala 6284’an jî pêk neanîn. Ligel vê yekê jî Wezîrê Karê Hundir îdia dike ku hejmara qetilkirina jinan kêm bû ye. Di sala 2021’an de bi dehan jinên mafên xwe yên rewa bikaranîn, hatin destgîrkirin û der barê wan de doz hatin vekirin.“

HÊZÊ JI RAYEDARAN DISTÎNIN

Di raporê de hate gotin, “Kujerê jinan hêzê ji rayedaran distînin. Kujer nayên cezakirin û hêzê ji polîtîkaya rayedaran distînin.“

DI MEHA KANÛNÊ DE 30 JIN HATIN QETILKIRIN

Li gorî bilançoya meha kanûnê, “30 jin hatin qetilkirin û 21 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan. Di rapora meha kanûnê de 30 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 2 jin ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve, 2 jin ji aliyê hevalê xwe yê berê, 4 jin jî ji aliyê hevjînê xwe yê berê, 4 jin jî ji aliyê nasê xwe û jinek jî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.“

JI SEDÎ 64 JIN DI MALÊN XWE DE HATIN QETILKIRIN

Rapora sala 2021’an jî wiha ye:

“*Ji 280 jinan, 125 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 37 jin ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve, 24 jin ji aliyê nasê xwe ve ,21 jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve,16 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 13 jin ji aliyê hevalê xwe yê mêr ê berê ve, 11 ji aliyê kurê xwe ve, 6 ji aliyê birayê xwe ve, 3 ji aliyê kesên nas ve û jinek ji aliyê kesek ku demek dirêj dişopand hatin qetilkirin. 11 jin ji kesên ku ew qetilkirin, xizmatiya wan nehat zanîn.“ 

*178 jin di mala xwe de, 33 jin di kolanê de, 12 ji di zeviyê de, 10 jin li cihê kar, 9 jin di wesayîtê de, 8 jin li cihê tenha 6 jin li otelê, 2 jin diketina avahiyê de, 2 jin li parkê, jinek di cihê komrê de, jinek li buroya xwe ya parêzeriyê, jinek li fabrîqê, jinek li cihê garça wesayîtan, jinek li ber derê mala xwe û jinek jî li baxçeyê navenda tendirûstiyê hate qetilkirin. Cihê mirina 10 jinan jî nehat tespîtkirin. Di sala 2021’an de ji sedî 64 di mala xwe de hatin qetilkirin.“