Zenobiya dixwaze li tevahiya Sûriyeyê xwe bi rêxistin bike

Yekîtiya Jinê ya Zenobiya, niha li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê ji bo birêxistinkirina jinan dixebite. Armanca xwe ew e ku karên xwe li tevahiya Sûriyeyê belav bike.

Berdevka Yekîtiya Jinê ya Zenobiyayê Xoda Îsa Elî li ser armanc û karê rêxistiniya xwe ji ANF'ê re axivî.

Di destpêkê de li ser rewş û şêweyê rêxistiniya jinê ya beriya şoreşê li Sûriyeyê wiha axivî: "Ti rol û mîsyona jinê tune bû. Li van herêman bi giranî Ereb û Kurd diman. Wê wextê li Reqayê hin saziyên jinan hebûn. Wan xwe weke yekîtiya jinê binav dikirin, lê belê tenê di asta nav de jin temsîl dikirin. Di bin bandora rêveberiya li Şamê dixebitîn. Jin ên endamên Baasê dikarîbûn tevlî bibûna. Tenê ji çend kesan pêk dihat û jinên naskirî bûn. Jinan dikarîbûn bixwenda, diçûn zanîngehê jî lê belê rol û bandora wan zêde tune bû. Jinên ku xizmet ji berjewendiyên rejîma Baasê re dikirin û fikrê wê diparastin di nava civakê de derdiketin pêş. Ji xwe ji derve ve kesên ser bi rejîma Baasê dihatin civak birêve dibirin. Lewma yên dixwendin jî neçar diman li mala xwe bimînin. Vê sîstemê 40 salî dewam kir."

Têkildarî bandora şoreşa li Sûriyeyê ya li jinê ev nirxandin kir: "Dema ku şoreşê dest pê kir jinan xwestin tevlî bibin, lê belê şoreş ji xeta xwe dûr ket û jin careke din li derve hatin hiştin. Jinan gelek hêvî ji şoreşa Sûriyeyê dikirin. Bi hêvî bûn ku maf, azadiya xwe bi dest bixin û li gelek qadan cih bigirin. Piştî ku şoreş ji armanca xwe dûr ket, ev hêvî jî şikestin. Piştî ku hin hêzên çekdar qadên me dagir kirin, talan û diziyê 2-3 salan dewam kir. Piştre dagirkeriya DAÎŞ'ê dest pê kir. Vê yekê derbeke hîn girantir li jinan xist. Hatin qetilkirin, li bazaran hatin firotin, li malê hatin girtin, çarşefa reş lê hate kirin, dest avêtin jinan û ew kirin kole ji emîrên DAÎŞ'ê re. Reqa bû navenda DAÎŞ'ê. Li vê derê gelek êş hatin kişandin. Jinên Êzidî anîn û li vê derê firotin. Heman nêzîkatî li jinên ji Tebqa, Minbic û Reqayê jî hate kirin. Gelê herêmê gelekî ji zilma DAÎŞ'ê kişand. Hêviya me ya rizgarbûna ji vê zilmê winda bûbû, lê belê bi berxwedana Kobanê re hêviya me ji nû ve şîn bû."

Xoda Îsa Elî bal kişand ser serketina şervanên YPJ'ê li ser jinên li herêmê û got, "Dema ku Kobanê û Girê Spî azad bû û YPG û YPJ'ê rêxistiniya xwe xurt kirin, keçên me jî ji bo rizgariya ji zilmê tevlî nava YPJ'ê dibûn. Gelek ji van keçan ji bo rizgarkirina herêmên xwe şehîd bûn. Her ku herêmek ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hate rizgarkirin hêviya me ya ji bo azadiyê xurt dibû. Her roj guhertineke dîrokî bi me re çêdibû. Piştî serketina Kobnê jinên ji Reqa, Tebqa û Dêra Zorê cihê xwe di nava hêzên leşkerî de girtin. Ji bo herêmên xwe rizgar bikin şer kirin. Piştî ku ev herêm hatin rizgarkirin, weke jinên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê me baweriya xwe pê anî ku divê em xwe bi rêxistin bikin û jiyana xwe jî bi vî rengî ava bikin. Dema ku jin tevlî saziyên rêveberiyê, parastinê, asayîşê, perwerde, partiyên siyasî û îdeolojîk bûn, ev yek weke serketineke gelekî mezin hate nirxandin. Di nava civakê de êdî rengê jinê diyar dibû. Li her derê êdî jin tevlî kar dibûn."

Li ser avabûna Yekîtiya Jinê ya Zenobiya û wateya wê jî wiha axivî: "Bêguman ev saziyên jinan ên li herêma me ava bûn ji ber xwe ve çênebûn. Me jinên li Cizîrê ji xwe re kirin mînak. Me ew ji xwe re weke pêşeng dîtin. Piştî ku Kongreya Star ava bû, me ev yek ji xwe re kir mînak û li herêmên xwe saziyên jinan ava kir. Ev saziyên jinan ên li herêmên me ava bûn, bûn cih û navendên çareseriyê ji pirsgirêkên jinan re. Bûn navendeke çareseriyê li nava civakê. Her saziyên ku berê ava bûn karên cuda dikirin. Saziyên rêveberiyê, komîteyên Kongreya Star, malên jinan weke saziyên jinan ên cuda cuda kar dikirin. Çar salên dawî yên karên me bi vî rengî bûn. Piştî çar salan me biryar dan ku êdî divê ev sazî hemû di bin sîwana yekîtiyeke jinê de kom bibin. Bi vî rengî biryar hate dayin ku Yekîtiya Jinê ya Zenobiyayê bê avakirin. Meha Hezîranê di kongreyan de biryar hate dayin ku Yekîtiya Jinê ya Zenobiya bê avakirin. Ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî, perwerde, tenduristî û her awayî dixwaze jinê birêxistin bike.

Zenobiya di dîrokê de qralîçeyeke Tîtmûrê ye. Jineke ku ji bo jinê têdikoşiya, serî li ber zilmê neditewand. Me jî weke jinên Sûriyeyê ev nav ji xwe re hilbijart.

Zenobiya niha li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê ji bo rêxistiniya jinê dixxebite. Dema bê karên me wê li hemû qadên Sûriyeyê belav bibe. Piştî ku ava bû li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê çar buro ava kir. Ev çar buro ji aliyê desteya rêveber ve bê birêvebirin. Deste jî ji 7 kesan pêk tê. Li çar buroyan 11 komîte hatine avakirin. Ev komîte jî ji komîteyên aborî, perwerde, çapemenî, îdeolojîk, parastin, malbatên şehîdan û komîteyên lihevanînê pêk tên. Em dixwazin dema bê komîteya çandê jî ava bikin. Her rengên li ser logoya Zenobiya gelekî temsîl dike. Her wiha bi Erebî, Kurdî û Suryanî nivîs li ser heye."

Xoda Îsa Elî diyar kir ku yekîtiya wan piştî ku ava bû li herêman bi jinan re civîn li dar xist û got, "Bi jinan hemûyan re nîqaşên berfireh hatin kirin. Jinan gelekî piştgirî dan vê projeyê. Tê xwestin ku meha bê meclîseke jinê bê avakirin. Di nava vê meclîsê de wê saziyên jinan hemû hebin. Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Mala Jinê, Yekîtiya Jinê ya Zenobiya û Meclîsa Sûriyeyê wê li nav bên temsîlkirin.

Li herêmên me, jinan ji aliyê siyasî ve xwe gelekî bi pêş ve birin. Zenobiya bû navendek ji jinan hemûyan re. Her jin dixwaze mafê xwe bi rêya vê saziyê biparêze. Di nava civakê de hînê jî bandora zîhniyeta DAÎŞ'ê heye û ev tehdeyê li me dike. Di bin navê eşîrê de hin urf û adet zehmetiyê didin me. Em dixwazin bi rêya perwerdeyê civakê biguherînin. Em ê berxwedana xwe bi her awayî dewam bikin."