DAKP: Divê di serî de Aysel Tûglû û hemû girtiyên nexweş werin berdan

DAKP'ê destnîşan kir ku di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî terkî mirinê hatiye kirin û got: "Em ê li dijî hişmendiya bûye sedema mirina Garîbe Gezerê dest ji têkoşîna xwe bernedin."

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) ji bo galê bikêşe li ser rewşa Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş li parka Hazal a li taxa Ofisê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên "Parastina jinê parastina civakê ye, Denîz, Aysel û Garîbe serhildana  me ye" vekirin û dirûşmeyên "Maf, hiqûq, edalet û wê têkoşînê were" berz kirin.

'DIVÊ PIŞGIRIYA NOBETÊN EDALETÊ BÊ KIRIN'

Hevseroka HDP'ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici xwend. Sizici anî ziman ku her ku diçe "Nobetên Edelatê" berfireh dibe û got: "Desthilatdarî çavên xwe ji Nobetên Edaletê re digre. Daxwaza demokrastî, wekhevî û edaletê ji bo jinan rastiya jiyanê ye. Divê pişgiriya çalakiyên Nobeta Edaletê bê kirin. Dema welatek bi destê deshilatdariyê biryarên edaletê bide, wê demê ew dewlet miriye. Bi awayek sîstematîk cinayetên jinan pêk tên. Lê belê kujer têne parastin. Êrîşên nîjdperestî pêk tên, polîs û saziyên dewletê li ser de digrin û kiryarê diparêzin."

'ÊRÎŞ LI DIJÎ NASNAMEYA JINÊ YE'

Sizici anî ziman ku êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz hate qetilkirin û êrîşên ligel vê bi awayek rêxistin kirî her ku diçe zêde dibe. Sizici diyar kir ku ev êrîş bi awayek plankirî pêktên û wiha got: "Em ê destûrê nedin ku tu kes hedefan bixapîne. Kesên Denîz Poyraz qetil kirin di esasê xwe de êrîşî nasnameya jinan kirin.  Em jin heta ku komên sûcên organîzekirî bi edaletê re rû bi rû bimînin û hesabê wê bipirsin em ê û bişopînin."

'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'

Sizici destnîşan kir ku mijara herî girîng ya welat girtiyên nexweşin û ev tişg got: " Tirkiye tu xalên deklarasyona gerdûnî ya mafên mirovan a ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin bi cih nayne. Girtî terkîn mirinê hatine kirin. Di meha borî de 7 cenaze ji girtîgehan derketin. Girtiya nexweş Garîbe Gezer girtiyek siyasetmedar a Kurd bû. Li gorî daxuyaniyên parêzerê wê pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hebûn. Li girtîgeha Kandirayê dibin tecrîdê de hate girtin û hate îşkencekirin û rastî destdirêjiyê hat. Garîbe bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku li ser mirina bi guman de bigrin, nehiştin parêzer tevlî otopsiyê bibin. Bila hişmendiya ku îro bûye sedema mirina Garîbe Gezerê baş bizane, em ê ticarê dest ji têkoşîna xwe bernedin."

‘LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E'

Sizici anî ziman ku ligel nexweşiya giran, girtina Aysel Tûglûk sûcê li dijî mirovahiyê ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş demildest derbest werin berdan."

Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.