'Jin êdî li her derê pêşeng e'

Gulistan Gulo ku hîn 9 salî bû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, niha li xaka ku lê ji dayik bûye pêşengiyê ji têkoşîna jinê re dike.

Gulistan Gulo sala 1982'an li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Zewicî ye û dayika 4 zarokan e.

Mîna her ferdên malbata Gulo ew jî ji nêz ve bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re eleqedar bû û di vê oxirê de têkoşiya.

Niha jî li bajarê Qamişloyê di bin sîwana karên Kongreya Star de pêşengiyê ji têkoşîna jin a azad re dike. Ji sala 2011'an û vir ve karên Kongreya Star dimeşîne.

Gulistan 15'ê Tebaxa 1991'an ku hîn ê zarok bû, tevî malbata xwe çû Geliyê Bekaayê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir.

Wiha qala wê demê dike, "Ez wê demê hînê zarok bûm. Lê belê hêzeke welê dida derdorê ku ev hêz îro jî naqede... Fikrên wî ne tenê hêz da gelê Kurd, her wiha ji bo pêkhateyên gelan hemûyan çavkaniya hêzê bû. Ji malbata min, ji taxa me her kes diçû gel wî. Min bihîst ku li Kurdistanê jin ji bo gelekî azad, ji bo Kurdistaneke azad diherikin nava têkoşîna azadiyê."

'JINÊN LI MALÊ DIHATIN GIRTIN ÊDÎ LI DERVE BÛN'

Gulistan qala tevlîbûna xwe ya li karên beriya şoreşê û têkoşînê kir: "Zarokê min ê sêyemîn hînê ji dayik nebûbû. Di wê baweriyê de bûm ku diviyabû bi rengekî çalak tevlî kar bibim. Lê belê zarokên min hîn ê biçûk bûn, diviyabû min ew xwedî bikira, mezin bikira. Sala 2010'an piştî ku bi rengekî çalak tevlî kar bûm, zextên rejîma Baasê yên li dijî malbata min zêde bû. Sala 2011'an piştî ku li Efrînê kongreya tevgera jinê ya Kongreya Star pêk hat, min biryar da ku tevlî têkoşîna azadiya jinê bibim. Piştî kongreyê weke rêvebereke Kongreya Star li Qamişloyê tevlî kar bûm."

Gulistan Gulo got, "Pêvajoyeke gelekî zehmet bû. Li her derê zexteke giran a rejîmê hebû. Rejîm li pêşiya rêxistiniya jinê dibû asteng. Yanî ne weke niha bû. Karkirin li aliyekî jin nikarîbûn ji malê jî derkevin. Niha rewş cuda ye. Jin li her derê dikarin bixebitin û têbikoşin. Ji ber vê yekê em Şoreşa Rojava weke şoreşeke welê dibînin ku piştî jin ji malê derketin, şoreş pêk hat."

JINÊN EREB TIŞTÊN GELEKÎ MEZIN BI SER DIXÎNIN

Gulistan Gulo ragihand ku sala 2011'an bi şoreşê re firsendek ji bo karên azadiyê ava bû û got, "Li dijî zextên rejîmê, gel rabû bû serhildanê. Em pê hesiyan ku ji niha û pê ve divê hîn bêhtir bixebitin û ya herî baş pêk bînin."

Gulistan Gulo diyar kir ku wan li taxa Hilêliyê dest bi karên Kongreya Star kir, "Baskê Jinan ê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku sala 2015'an ava bû, di bin sîwanê wê de ne tenê jinên Kurd, her wiha jinên ji pêkhateyên gel ên li herêmê hemû hebûn.

Bêyî ku cudahiyê bixe navbera etnîk û ol, xizmetê ji her kesî re dike. Jinên Ereb jî mohra xwe datînin binê serketinên mezin. Li qadên azad hîn bêhtir kar dikin. Jİ ber ku ev zîhniyeta zextê divê bê şikandin. Li şûna fikrên zordariyê fikrên azad û demokratîk ên Rêber Ocalan li van qadan şîn dibin."

'EM Ê ZAROKÊN XWE JÎ JI BO TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

Gulistan Gulo bi bîr xist ku malbata wê ji salên 1980'î ve di nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ye, di vê oxirê de bi dehan şehî dane û destnîşan kir ku ew hêz û dewamiya vê têkoşînê ji şehîdan werdigirin û got, "Gelek şehîdên me hene ku pêşengî ji vê têkoşînê re kirin. Me di pêvajoya Şoreşa Rojava de jî gelek şehîd dan. Di 9'ê Mijdara 2021'ê de apê min Yûsûf Gulo û du neviyên wî şehîd bûn. Apê min Yûsûf zêdeyî 40 salan xizmet ji Kurdîtiyê re kir. Ji bo jin ji binê zext û êsîrgirtinê rizgar bibe yek ji têkoşerên destpêkê bû. Pêşengî ji me re û civakê re dikir. Me hemûyan ji nêrînên wî sûd werdigirtin. Şehîdên me daxwaza me ya ji bo têkoşînê mezintir dikin. Me soz dane şehîdên xwe. Li ser vê bingehê em ê li her dera Kurdistanê jiyaneke azad ava bikin û heta vê yekê jî em ê têbikoşin. Li ser vê bingehê em ê zarokên xwe mezin bikin."