BI DÎMEN

TCŞ Hamburg: Dem dema azadkirina Rêbertî ye

Endamên TCŞ’ê li Hamburgê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de tecrîda girankirî protesto kirin û gotin “Dem dema azadkirina Rêbertî ye.”

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), di çarçoveya  pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, ji Hauptbanhnhofê heta  Rathausê bi meşekê tecrîd protesto kirin. 

Meclisa Gel a Hamburgê, Meclisa Jinan a Rojbînê û hêzên enternasyonalîst piştgirî dan çalakiyê û pankartên “Free Ocalan-Azadî ji bo Ocalan” hilgirtin. Di çalakiyê de alên bi wêneyên Rêber Apo û alayên TEV-DEM’ê hatin hilgirtin û çalakî di şexsê şehîd Rojger Hêlîn û şehît Asya Alî de ji bo şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 

Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zapê”, “Terorîst Erdogan”, “Jin Jiyan Azadî” “Zap Avaşîn Metîna, berxwedana gerîla” hatin berzkirin. 

Zelal Çewlîg li ser navê TCŞ’ê axivî û wiha got: “Em ji Rêberê xwe agahiyan nastînin. Bi vî awayî çareseriya şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn hîn zehmettir dibe. Sibe wê gelek dereng be, îro tam wextê wê ye. Dem dema azadkirina Rêbertî ye. Werin li refên berxwedanê cihê xwe bigirin.”

Çewlîg wiha dewam kir: “Çima dinya bêdeng e? NATO û DYE xwe ker û lal dikin. Dewleta Tirk ji vê yekê cesaret digire. Lê tişteke ku ji bîr dikin heye; Wêrekî û vîna ciwanên Apoyî. Bangawaziya min li hemê ciwanan e; werin em kolan bi kolan tax bi tax berxwedanê rêxistin bikin. Em tecrîdê bişkînin.”

Çewlîg axaftina xwe bi bangawaziya tevlêbûna mîtînga mezin a Kolnê ku dê 16’ê Mijdarê ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin bi dawî kir. 

Meşa ku bi pêşengiya endamên TCŞ’ê hat lidarxistin li Rathausê bi dawî bû.